NY: Di dema Coronayê de tundûtûjiya li dijî jinan zêde bû

NY: Di dema Coronayê de tundûtûjiya li dijî jinan zêde bû

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî sala 1999an, 25ê Mijdarê weke Roja Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinan qebûl kir.

Rêxistina jinan a ser bi Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, zêdebûna pirsgirêk û hevrikiyan wiha kiriye tundûtûjiya li dijî jinan zêde bibe, lê jin gelek caran ji ber şerm, tirsa lekedarbûnê û tolstandinê û nebûna baweriyê bi sîstema dadweriyê bêdengiyê hildibijêrin.

Alîkara Sekreterê Giştî ya NY û Rêvebera Cîbicîkar a Rêxistina Jinan a NY Sima Bahous, diyar dike, “Tundûtûjiya li dijî jinan pirsgirêkeke cîhanî ye. Li hemû navçeyan gelek keç û jin di metirsiyê de dijîn. Hevrikî, karesatên sirûştî yên girêdayî keşûhewayê, neseqamgiriya xorakê û binpêkirina mafê mirov, wiha kiriye tundûtûjiya li dijî jinan zêde bibe. Li hinek cihan ku qeyran tê de hene zêdetir ji %70yê jinan rûbirûyê tundûtûjiya regezî dibin. Li welatên dewlemend û hejar jî alîgiriya regezî kiryarên tundûtujiya li dijî jin û keçan zêde kiriye.”

NY dibêje, di dema belavbûna vîrusa Coronayê de ji ber qedexeya derve, jin û mêr neçar bûn di mal de bo demeke dirêj bi hev re bimînin. Vêya jî wiha kiriye tundûtûjiya malbatî û tundûtûjiya li dijî jinan bi awayekî berbiçav zêde bibe. Li hinek welatan jî, hejmara wan jinên daxwaza alîkariyê kirine, li gor berî Coronayê pênc car zêde bûne.

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres, dibêje, “Amarên dawî yên rêxistina jinan a ser bi Neteweyên Yekbûyî, piştras dike di dema vîrûsa Coronayê de asta tundûtûjiya li dijî jin û keçan zêde bûye. Li 13 welatan nêzîkî nîvî hemû jinan ragihandine, an bi xwe yan jî jinên ku nasdikin di dema pandemiya Coronayê de rûbirûyê tundûtûjiya regezî bûne. Nêzîkî çaryekê jinan ragihandiye ku tundûtûjiya malbatî zêde bûye. Beşeke bi qasî wan jî gotine li mala xwe hê kêmtir hest bi selametiyê dikin.”

NY, destnîşan dike ku pêwîst e bi rêya yasa û siyaseta dirist, sînorek ji tundûtujiya li dijî jinan re bê danîn.

Li gor wê rêxistinê sala derbasbûyî, derbarê wan kesên li hember jinan tundûtûjî bikar anîne, rêjeya lêpirsînê %22 zêde bûye. Li seranserê dinyayê ji bo parastina jinan 84 yasa yan hatine qebûlkirin an jî hatine bihêzkirin.

Herwiha 650 hezar jin û keç ji xizmetguzariyên rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan sûdê werdigrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin