NY biryarnameya Rûsyayê qebûl nekir

NY biryarnameya Rûsyayê qebûl nekir

Li civîna Encumena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî biryarnameya Rûsyayê ku tê de dixwest ji ber operasyona dijî Sûriyê, Amerîka bê şermezarkirin nehat qebûlkirin.

A+A-

Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi daxwaza Rûsyayê ji ber ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê li Sûriyeyê operasyona asîmanî bir ser tesîsên çekên kimyawî yên hikûmeta Sûriyê civiya.

 

Rûsyayê  îro Şemiyê (14.04.2018)  biryarnameyekê ji bo şermezarkirina operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya dijî Sûriyê pêşkêşê Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kir.

 

Rûsyayê di biryarnameya xwe de wiha got: “Amerîka û hevkarên xwe bi vê êirşali Sûriyê binpêkirina qanûnên navneteweyî pêk anîn. Em dixwazin ku ev êrişan demildest bêne sekinandin sekinandin û cardin dubare nebin.”

 

Çîn û Bolivyayê piştgirî dan Rûsyayê û 8 welatên din jî dengê na bo biryarnameya Rûsyayê bikar anîn.

 

“Amerîka amade ye ku li Sûriyê bixe”

 

Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Amerîkayê Nîkkî Haley got ku heke rejima Sûriyeyê car din çeka kimyawî bi kar bîne Amerîka amade ye ku lê bixe.

 

Nîkkî di civînê de axivî û got ku "Brîtanya, Fransa û Amerîka  ne ji bo tolhildan, cezakirin an jî nîşandana hêzê, ji bo ku rejima Sûriyê ji ber wehşeta ku dijî mirovahiyê kir û çekên kimyawî cardin neyên bikaranîn dest bi tevgerê kir."

 

Haley diyar kir ku çendî caran derfet dan dîplomasiyê lê belê Rûsyayê li Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di mijara bikaranîna çeka kimyawî de 6 caran mafê vetoyê bi kar anî û wiha axivî: 

 

"Stratejiya me ya Sûriyeyê neguherî. Lê belê rejima Sûriyê bi berdewamiya bikaranîna çeka kimyawî me mecbûr kir ku em dest bi hereketê bikin. Min vê sibê bi Serokê Amerîkayê Trump re xeber da û got ku heke rejima Sûriyeyê cardin vê xaza bijehr bi kar bîne Amerîka berê xwe bide hedefê.”

 

Amertîka, Brîtanya û Fransa hiqûqa navneteweyî binpê kirin

 

Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî yê Rûsyayê Vassîly Nebenzîa jî got ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi awayekî henekî biryara midaxaleya leşkerî ya ji bo Sûriyeyê sitandin û got: “Rûsya êrîşa dijî Sûriyeyê bi tundî şermezar dike. Amerîka bi çalakiyên xwe rewşa xirabker a li Sûriyeyê ya berdest dixe nav rewşeke xirabtir."

 

Nebenzîa anî ziman ku Brîtanya û Fransa tevî Amerîkayê bûn û operasyoneke leşkerî ya "dereqanûnî" pêk anî û got ku Amerîka û hevpeyamnên wê Peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî binpê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin