Nûneriya HHK li Moskova û Tehranê tê girtin, li Ankarayê vedibe

Nûneriya HHK li Moskova û Tehranê tê girtin, li Ankarayê vedibe

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Moskoyê Aso Şêx Cengî ragihand ku ji du rojan ve nûneriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê ji ber sedemên aborî girtîye.

A+A-

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê ragihand ku ji ber krîza darayî nûneriya Kurdistanê li Rûsyayê hat girtin

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Moskoyê Aso Şêx Cengî ragihand ku ji du rojan ve nûneriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê ji ber sedemên aborî girtîye.

Aso Şêx Cengî ku ji kotaya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan bûbû Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku nêzîkî salekê ye bûdçe û xerciya nûneriyê nehatiye dayîn û ji ber wê yekê jî nûnerî hat girtin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax jî ragihandibû ku ji ber sedemên aborî ew bi niyet in nûneriya Tehranê bigrin.

Lê di aliyê din de Hikûmeta Tirkiyê li benda Herêma Kurdistanê ye, bi awayekê fermî nûneratiya fermî ya xwe li Enqerê veke. Li gor Konsulê Tirkiyeyê li Hewlêrê Mehmet Akif Inam, Enqere razî bûye ku Hewlêr nûnertiya xwe ya fermî veke. Mehmet Akif Inam got vekirina nûneriya Kurdistanê li Enqerê di berjewendiyên her du aliyan de ye û têkiliyên her du aliyan nuha gihîştiye qonaxek gelek baş.

Wek tê zanîn ji mêj ve nûneriyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Anqerê hene.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin