Nûnerê YNK yê Tirkiyê serdana malbata Turk, Kişanak û Demirtaş kir

Nûnerê YNK yê Tirkiyê serdana malbata Turk, Kişanak û Demirtaş kir

Nûnerê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Tirkiyê Behroz Gelalî di 01.12. 2016ê de serdana malbata Ahmet Turk, Selhaddîn Demirtaş û Gulten Kişanak kir û piştgirîya xwe nîşanê wan da.

A+A-

Nûnerê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Tirkiyê Behroz Gelalî  di 01.12. 2016ê de serdana malbata Ahmet Turk, Selhaddîn Demirtaş û Gulten Kişanak kir û piştgirîya xwe nîşanê wan da.

Nûnerê Yekîtîya Niştimanî Kurdistan yê Behroz Gelalî li Mêrdînî serdana malbata hevserokê Şaraderê Merdînê Ahmed Turk kir û bi hevjîna wî Mulkîye Turk re hevdîtinek kir û silavên Mam Celal û Xêroxan ji re got.

Gelalî li Diyarbekirê jî serdana Başak Demirtaş a hevjîna Serokê HDPê Selahhadîn Demirtaş û serdana Zilkuf Kişanak ê zilamê hevseroka şaredarîya Amêdê Gulten Kişanak  kir û piştgîrîya Mam Celal û Xêroxan û herweha rêxistina xwe ji wan re dîyar kir.

Wek dihê zanîn Selahaddîn Demirtaş, Gulten Kişanak û Ahmed Turk di girtîgehê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin