Nûnerê Taybet ê Putin serdana Herêma Kurdistanê dike

Nûnerê Taybet ê Putin serdana Herêma Kurdistanê dike

.

A+A-

Mikhail Bogdanov di serdana xwe de dê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Biryar e 1ê Berçileya 2021ê Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê, Mikhail Bogdanov serdana Herêma Kurdistanê bike.

Mikhail Bogdanov ku di heman demê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî, di serdana xwe de dê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Li gor zanyariyên K24ê, Mikhail Bogdanov dê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re bicive.

Pêwendiyên Hewlêr û Mosko û pêşvebirina pêwendiyên di warê aborî û bazirganiyê de, beşek ji guftûgoyên civîna Bogdanov û berpirsên Herêma Kurdistanê dibin.

Herwiha pirsên enerjiyê û projeyên kompanyayên Rûsyayên yên wek Rosneft û Gazprom ku kar li Herêma Kurdistanê dikin, jî dê mijarên guftûgoyan bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin