Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Nûbihara Biçûkan û Perwerdehiya Ehmedê Xanî

A+A-

 

Ehmedê Xanî ev berhema xwe di sala 1094ê Hîcriyê de nivîsandiye, ev dîrok tekabûlî sala 1683ê Mîladiyê dike. Xanî gava berhema xwe temam kir emre wî sî û sê bû. Ev berehem berhema pêşîn a Ehmedê Xanî ye. Xanî piştî li Xasabê  ji Mela Camî îcazeta xwe digre ji medreseya Etaiyê bere xwe dide Bazidê. Piştî hatina Bazidê Xanî li vî bajarî medreseyek ava dike û li gorî fikr û xiyalên xwe ji bo zarokên kurdan dersdarî û seydatiyê dike.

Xanî dizanîbû ku bi perwerdehiyek baş û bi ilm û zanînê meriv dikare şaristanî û dewleta xwe ava bike. Perwerdehî bi zarokatî dest pê dike, sere peşî hewceye ku meriv zarokan bide xwendin û wan perwerde bike. Bi xwendin û pêşketina zarokan gel pêşdikeve ji lewma tê gotin ‘Zarok pêşeroja milet e.’ Hostayê nemir Ehmedê Xanî vê yekê baş analiz kiribû û serê pêşî ji bo perwerdehiya zarokan berhemek amade kir. Navê berhema xwe ‘Nûbihara Biçûkan’ lê danî vê yekê di berhema xwe de wiha tîne ziman:

Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Navê Nûbihara Biçûkan lê danî

Nûbihara Biçûkan navekî ne tesadûfî ye, navekî bi zanabûn hatiye lêkirin. Nûbihar (Newroz) wekî ku tê zanîn jî roja pêşî a biharê ye. Wextê bihar tê herder ji nûve vedije û rengekî bi çoş bi cîhanê dikeve û cîhan carek din dixemile. Xanî jî gava ev nav li berhema xwe kir armanc û daxwaza wî ew bû ku ev berhem bibe Nûbihara zarokan û rê û derîyê zanabûnê li zarokan veke.

Di dewra ku Xanî dijiya de kesek ji bo zarokên gel berhem nedinivîsandin. Berhemên dihat nivîsandin jî ji bo zarokên mîran an jî ji bo zarokên dewlemandan bûn. Xanî vê rêbaza wê dewrê ne pejirand û cara pêşî ji bo zarokên gele xwe dest bi nivîsa kitêbekê kir. Vê yekê di berhema xwe de wiha tîne ziman:

                        Ne ji bo sahib rewacan

Belkî ji bo biçûkên kurmancan

Nûbihara Biçûkan di eslê xwe de ferheng e, ferhengeke Kurdî-Erebî ye. Xanî ji bo zimanê Erebî hînî zarokan bike ferhenga xwe amade dike.

Her dewrê zimanê ilm guheriye, vê dewrê çawa zimanê ilm Ingilîzî ye, di dewra Xanî de jî zimanê ilm Erebî bû, kesê Qû’ran diqedandin dest bi xwendina berhemên erebî dikirin. Zarokên kurdan di xwendina berhemên erebî de zehmetî dikişandin.

 Zimanê ilm tune ye û ilm bi kîjan zimanî be hewceye ku meriv wî ilmî bigre. Xanî jî di heman fikrê de bû û dixwest sere pêşî rêya zanînê li zarokên kurdan veke ku di reşayiyê de pêşiya xwe bibînin. Xanî vê yekê di berhema xwe de wiha tîne ziman:

Wekî ji Qû’ranê xelas bin

Lazim e li sewadê çavnas bin

Derî zihnê vebîtin

Her çê bixwînin zehmet nebîtin

 

Hertim navbera Xanî zarokan pir baş bû. Dr. Nûredîn Zaza jî di berhema xwe a bi navê “Bîranîn” çîrokek li ser Xanî û zarokan nivîsiye û wiha dibêje: seydayê Xanî wek her roj zarok li havîrdorê kom kiriye û ji wan re wiha dibêje: ““Bixebitin; îro jo bo hînbûnê, ji bo zanînê bixebitin; da ko halê dinê bizanin , bi pêş ve herin, bibin meriv, bibin hêja, bibin serdest, bibin însan!”

Berhema Xanî ji sêzdeh beşan pêk tê. Her beş li gorî behra erûzê hatiye binavkirin wekî: Behra Hezec, Behra Recez, Behra Remel, Behra Mudarix û hwd. Her beş bi şîretekê dest pê dike. Di berhemê de 27.000 peyv hene, ji wan peyvan 5.000 Erebî ne, 2.000 peyv farisî ne, 20.000 peyv jî kurdî ne.

xani-nibihar-001.jpg

Girîngiya Nûbihara Biçûkan Ji Bo Wêjeya Kurdî

Ev berhem ji bo taybetiyên xwe di dîroka wêjeya kurdî de ciyekî girîng digre, taybetiyên Nûbihara Biçûkan ev in:

  • Yekem ferhenga Kurdî ye.
  • Yekem ferhenga Kurdî ya menzûm e.
  • Yekem kitêb e kul i ser erûzê hatiye sekinandin
  • Di dîrok Kurdan û cîhanê de kitêba yekem e ji bo perwerdehiya zarokan hatiye amdekirin
  • Yekem ferhenga Kurdî-Erebî ye.

 

Muqaseya Xanî û Rousseau

Di pergala perwerdehiya cihanê de û di dersen pedagojiye de tê gotin ku berhema pêşî a ji bo perwerdehiya zarokan hatiye amadekirin berhema Jean-Jacques Roussseau ye. Navê berhema wî “Emîle” ye. Lê gava lêkolîn li ser dîroka wêjeya kurdî bê kirin meriv dibine ku berhema pêşî ji vê axê derketiye û kesê ev berhem nivîsiye jî Şêx Ehmedê Xanî bixwe ye. Navê berhema wî Nûbihara Biçûkan e. Piştî Ehmedê Xanî berhema xwe dinîvîse 79 sal şûnde Rousseau berhema xwe dinîse. Li jêr kitêba Nûbihara Biçûkan û Emîla hatiye muqaseyekirin.

 

Nûbihara Biçûkan                     

  • Sala 1683an di hatiye nivîsîn.
  • Kitêba yekem a pedagojiye ye.
  • Şîret li biçûkan tê kirin (zarok)
  • Li gor metoda modern a perwerdehiyê hatiye amadekirin.

 

Emîle

  • Sala 1762an de hatiye nivîsîn.
  • Kitêbe duyem a pedagojiye ye.
  • Şîret li mezinan tê kirin (dê û bav).
  • Li gor metoda klasik a perwerdehiyê hatiye amadekirin.

Xanî û Qerîna Bêkesiyê

Çiqas cewherên me hebin jî, hem ên li ser rûyê axê û hem jî ên di bine axê de mixabin me tu carî qiymeta wan nezaniye û em li wan xwedî derneketine. Gelek zanyar, nivîskar, serleheng li nav kurdan derketine lê mixabin em navên kêm kesan dizanin. Em li mîrasa wan xwedî derneketine û bi demê re navê wan û xebatên wan hatiye jibîrkirin.

Xanî di Mem û Zînê de gazinden xwe tîne ziman. Dibêje ku êdî bextê me li me vegeriyabana û miletê me carek ji xewê serî rakirbana wî çaxî şûrê hunera kurdî dê bêtir biberiqaya û qedrê qelema kurdî dê hatibaya naskirin. Xanî dizanîbû ku wêjeya kurdî wêjeyek xurt û dewlemend e, dixwest ku wêjeya kurdî bide naskirin û zimanê kurdan bi wan bide hezkirin.

                                                          Bextê me ji me rabibit yar

                                                          Carek bibîtin ji xeb hişyar

                                                          Şûrê hunera me bête danîn

                                                          Qedrê qelema me bête zanîn

 

Herwiha Xanî dîsa bêdeng nedima, gazindên xwe di Mem û Zînê de bi cî dikir û li benda gele xwe dima ku berhemên wî û ên din wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê teyran û hwd. bixwînin û bibin zana. Herî bêtir ji bê xwedîtiyê gazind dikir. Xanî hertim li kesekî zana ku li gelê xwe xwedî derkeve digeriya. Dixwest ew kesê zana rêya zanînê li gele xwe veke, bi alîkariya wî kesê zana qedrê qelema wan bête zanîn û bighin armanca xwe.

                                                          Ger dê hebûya me jî xwedanek

                                                          Sahib keremek letîfdanek

                                                          Min dê elema kelamê mewzûn

                                                          Alî bikir ali banê gerdûn

                                                          Bi navê rihê Melayê Cizîrî

                                                          Pê hey bikira Elî Herîrî

                                                          Keyfek dê bide Feqiyê Teyran

                                                          Heta bi ebed bi maye heyran

 

Şîretek ji Nûbihara Biçûkan

 

“Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf

Di dinyayê de tu nabî meşhûr ne jî me’rûf”

Şêx Ehmedê Xanî şîreta li jor di Behra Hezec de nivîsiye û ev şîret şîreta pêşî a Nûbihara Biçûkan e. Xanî vê şîretê li zarokan dike, lê şîretek wisa li zarokan dike ku tenê ne zarok divê mezinên kurdan jî vêya bikin guhark û têxin guhên xwe.

Xanî dibêje: heta tu dewrên xwe yanî dersen ku te berê dîtine û dersen ku niha tu dibîne, divê tu rewa bike. Heger ku te dewr û dersên xwe rewa kirin wî çaxî tu di cîhanê de dibe kesekî navdar û her kes wê demê te nas dike û qiymet didin te.

                      

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin