Nivîskarê Kurd Qado Şêrîn li ser Mihemed Şêxo pirtûkek amade kir

Nivîskarê Kurd Qado Şêrîn li ser Mihemed Şêxo pirtûkek amade kir

.

A+A-

Nivîskarê Kurd ê ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê Qado Şêrîn, pirtûkek bi navê `Mihemed Şêxo - Huner û Jînenîgarî` belav kir.

Hunermendê Kurd, Mihemed Şêxo, ku wek Bavê Felek tê naskirin, yek ji kesayetiyên ku pencemoreke wan a berbiçav, li ser rûpela dîrok, kultûr, huner û dengbêjiya Kurdî hebû.

Di çarçoveya bilindnirxandina rola Bavê Felek de, nivîskarê Kurd ê ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Qado Şêrîn, piştî keda 3 salan ji kar û lêkolînê, pirtûkek bi navê `Mihemed Şêxo – Huner û Jînenîgarî` belav kir.

Di vê pirtûkê de, Qado Şêrîn stranên Bavê Felek û gelek zanyarî derbarê huner û jînenîgariya wî nîşan dane, ew jî bi mebesta belgekirin û ronîkirina çend aliyên girîng, ji jiyana û hunera Mihemed Şêxo ye.

Nivîskarê pirtûka Mihemed Şêxo – Huner û Jînenîgarî Qado Şêrîn dibêje “Mihemed Şêxo - Huner û Jînenîgarî ji weşana Dara Zeman derket û ji 364 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji 5 beşan amade bûye; Pêgotin, gotar û lêkolîn, nota, stranên Mihemed Şêxo û portre. Di pêşgotinê de min gelek xalên ku pirsgirêk yan jî stranên ku pirsgirêk li ser wan hebûn zelal kir, ku ew stran li gel awaza ji ku hatine, çewa gihîştine Mihemed Şêxo û çewa Mihemed Şêxo stirandine, bi delîl û belge û ji hevpeyvînên nivîskar, hunermend, helbestvan û ji pirtûkên wan min belge kiriye bê çewa helbest  stran gihîştinê. Bi awaza nermî awazgeha Mihemed Şêxo û stranan.”

Danerê vê pirtûkê dibêje: “Mihemed Şêxo dibistaneke taybet bi xwe afirand, û bû destpêka rengekî nû di ast û asoya strana Kurdî de.”

Qado Şêrîn got jî “Ev pirtûk ji bo Mihemed Şêxo û Mihemed Şêxo ji bo min semboleke gelê Kurd e. Yanî Mihemed Şêxo ji bo min hema hema di asta Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Seyîd Riza, Şêx Seîd, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir li gor karînên xwe bi rêyê hunêrê ji gelê Kurd re kir. Yanî Mihemed Şêxo di rêya hûnerê re tiştêkarî bû dilsoz bû bi gelê xwe re da gellê xwe. Min jî hewl da ku keda wî biparêzim û xwedî li dîroka wî, mîrat û hunera ku ji me re hişt derkevim. Ji xwe pirtûk encama keda Mihemed Şêxo ye. Tenê dikarim vê gotinê bibêjim; Ji ber Mihemed Şêxo tineba, ev pirtûk jî tinebû.”

Mihemed Şêxo, di buhara 1948an de li gundê Xecokê yê ser bi bajarê Qamişlo yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ve hate jiyanê, lê tenê 41 salê jiya.

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo 09ê Adara 1989an, bi sedema krîza dil, li bajarê Qamişlo, koça dawî kir û bi hezaran xelk li pey darbesta wî, bi xemgînî çûne mezelê Taxa Hilêliyê ku, gora Bavê Felek lê wê derê ye.

Her salê jî, di heman rojê de, xelk wî bibîr tînin û weke rêzgirtin û pêzanînê, serdana gora wî dikin.

Di wê pirtûkê de hatiye: “Mihemed Şêxo mezin jiya, mir mezintir bû.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin