Nivîskarê kurd Kamîl Ehmedî hate desteserkirin

Nivîskarê kurd Kamîl Ehmedî hate desteserkirin

Nivîskar û lêkolînerê kurd Kamîl Ehmedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di heman demê da hemwelatiyê Brîtanya ye ji aliye hêzên emnî yên Îranê li Tehranê hatiye desteserkirin.

A+A-

Nivîskar û lêkolînerê kurd Kamîl Ehmedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di heman demê da hemwelatiyê Brîtanya ye ji aliye hêzên emnî yên Îranê li Tehranê hatiye desteserkirin.

Dezgeha Hengaw a Mafên Mirovan ji ser rûpela xwe belav kiriye ku îro nivîskar û lêkolînerê kurd Kamîl Ehmedî li paytexta Îranê li Tehranê ji aliye hêzên emnî yên Îranê va di mala wî da hatiye desteserkirin û ber bi cihekî nediyar va hatiye veguhestin.

Jina Kamîl Ehmedî, Şefîq Rehmanî, ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser rûpela xwe ya înstagramê girtina Kamîl Ehmedî piştrast kiriye û aşkere kiriye ku Dadgeha Emnî ya Girtîgeha Evînê nêzîkî mehekê ye biryara girtina Kamîl Ehmedî derxistine û ew nizanin bê hokara girtina Kamîl Ehmedî çî ye."

Nivîskar lêkolînerê kurd Kamîl Ehmedî ji bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ye û di heman demê da hemwelatiyê Brîtanya ye.  Kamîl Ehmedî derbarê mafên mirovan, mafên jinan û zarok  kemîneyan dînî etnîkî, pirsên Rojhilata Navîn da kar dike.

Ji ber lêkolînên wî yên derbarê mafên mirovan da di sala 2017an da hêjayî xelata (IKWRO) hatibû dîtin ku salane ew xelat bo nivîskar û lêkolînerên dijî tûndrewiyê dihête dayîn.

Herwiha di sala 2018an da Zankoya George Washingtonê ya Amerîkayê jî xebatên Kamîl Ehmedî hêjayî xelatê dîtibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin