Avakirina Şingalê tenê bûye gotin: Ji sedî 80yê binesaziyê wêran e

Avakirina Şingalê tenê bûye gotin: Ji sedî 80yê binesaziyê wêran e

.

A+A-

12 sal di ser komkujiya Şingalê re derbas bûn lê taxa Berberojê hîn jî wekî roja şer wêran e.

Dayîka Leylayê wekî 55 hezar Şingaliyên din, navê xwe ji bo tezmînatê tomar kiriye lê piştî salan bi destên vala vegeriyaye ser kavilên mala xwe.

Ji sedî 80yê binesaziya bajêr wêran e, Parêzgarê Nînowayê li xwe mikur hat ku budceya Şingalê hatiye parçekirin û ji bo cihên din hatiye xerckirin.

Niha daxwaza budceyeke taybet û serbixwe tê kirin.

Dayîka Leylayê bi destên vala vegeriya

Hîn jî taxa Berberojê ya Şingalê bi temamî wêran e û nîşanên şer pê ve diyar in.

Dayîka Leylayê çend kîlometreyan ji vê taxê dûr e.

Wê li gel 55 hezar kesên din navê xwe ji bo wergirtina tazmînatê tomar kiriye lê hîn jî wernagirtiye.

DAIŞê mala wê wêran kiriye, tevî ku bi kêrî jiyanê nayê jî bi neçarî û bi destên vala vegeriyaye herêmê.

Leyla Metoya ku ji koçberiyê vegeriyaye got:

"Ev 8 sal in em vegeriyane û em li malên xelkê ne.

Ti tezmînek nedane me û mala me xera bûye.

Ji destê me nayê ku em mala xwe çêbikin."

Avakirina Şingalê tenê di gotinan de maye

Li her cihî behsa avakirina Şingalê ya ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tê kirin lê tenê gotin in û bê kiryar in.

Kêmtirî 5 hezar kesan bi bihayên cuda tezmînata madî wergirtiye.

Çalakvan Seîd Hemo li ser mijarê wiha axivî:

"Avakirina ku tu dibînî yan her tiştê ku çêbûye xelkê bi xwe ava kiriye.

Mixabin rola hikûmetê nîne, li aliyê din peyman di navbera Bexda û Hewlêrê de çêdibin.

Her dem ew peyman çêdibin lê tezmîn û vegera xelkê negihîştiye asta normal da ku xelk vegere jiyana xwe."

Daxwaza budceyeke taybet tê kirin

Ji bo ku Şingal bikeve nav rewşeke avedaniyê ya cuda, Parêzgarê Nînowayê li ser budceyeke taybet a ji bo Şingalê dixebite.

Parêzgarê Nînowayê Ebdulqadir Dexîl li ser budceya Şingalê ev agahî dan:

"Bi rastî ev gotinên rast in. Mixabin me her ji destpêkê ve fona avakirina Şingalê xwest.

Lê mixabin, gelek siyasetmedarên navçeyên din ên wekî Zumar, Gir Uzêr, Hemdaniye û Tilkêfê bûn sedem ku budceya Şingalê bibe budceyeke neguncav li gorî wan zererên ku bi rastî çêbûne.

Lewma niha em bi awayekî fermî dixwazin ku para Şingalê ji Nînowayê were cudakirin.

Ji ber ku Şingal bajarekî wêran e û karekî cidî ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve tê kirin.

Înşalah dê li ser avakirina Şingalê bixebitin."

Di 5 salên borî de li nav bajarê Şingalê nêzîkî 600 xanî hatine avakirin, her wiha 300 xanî jî hatine nûjenkirin lê niha ji sedî 80yê binesaziya wê wêran e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin