Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin

.

A+A-

 Komîteya Bilind a Taybet bi Peymana Ewlehiyê ya navbera Iraq û Îranê li bajarê Hewlêrê civiya. Di civînê de parastina sînoran û rêgirtina li qaçaxçîtiyê hatin gotûbêjkirin.

Nivîsgeha Şêwirmendiya Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, di civînê de şandeya Hikûmeta Federal bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî Qasim Ebûdî û şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed beşdar bûn.

Li gorî daxuyaniyê, komîteyê hûrguliyên peymana ewlehiyê ya bi Îranê re nirxandin. Mijarên sereke yên civînê, parastina sînorên her du welatan, rêgirtina li derbasbûna neyasayî û qaçaxçîtiyê û arastina aramî û ewlehiyê li seranserê Iraqê bûn.

Komîteyê nirxandinek ji bo wan xalên peymanê kir ku heta niha hatine cîbicîkirin. Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna peywendî û hevahengiya navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Hate ragihandin ku ev hevahengî li gorî rênimayên Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar tê meşandin û armanca wê ya sereke pabendbûna bi peymanê û parastina serweriya xaka Iraqê ye.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê Qasim Ebûdî îro bi serokatiya şandeyeke bilind a ewlehiyê gihîştibû Hewlêrê û beriya vê civînê bi Serok Mesûd Barzanî re jî hevdîtinek pêk anîbû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin