
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
.
Hunermendê wênegir Rewend Cewad, li bajarê Lunen ê Almanyayê pêşangeheke taybet a wêneyan bi navê "Ji Tarîtiyê ber bi Ronahiyê ve" vekir. Pêşangeh bi hevkariya "Sîwana Jinên Êzidî" hat amadekirin û çîroka êş û xweragirtina gelê Êzidî nîşan dide.
Wênegirê kurd Rewend Cewad ji Kurdistan24ê re ragihand, wî di vê pêşangehê de 25 wêneyên taybet nîşan dane. Her wêneyek di nav xwe de çîrokeke mirovî, êşên koçberiyê, windakirin û karesatan dihewîne, lê di heman demê de behsa hêviyê û xebata ji bo vegera ber bi ronahiyê ve dike.
Rewend Cewad derbarê peyama pêşangeha xwe de wiha got: "Navê pêşangeha min 'Ji Tarîtiyê ber bi Ronahiyê ve' ye. Ev nîşana wê guherînê ye ku mirov di dema rûbirûbûna karesatan de ber bi hêvî û jiyanê ve diçe. Min hewl da bi zimanê wêneyan wan bûyeran tomar bikim ku mirov nikare tenê bi peyvan kûrahiya wan bîne ziman."
Herwiha bal kişand ser komkujiya Şingalê ya sala 2014an ku ji aliyê terorîstên DAÎŞê ve hatibû kirin û diyar kir ku armanca wî ne tenê nîşandana êşê ye, lê dixwaze "hêza xweragirtinê" ya civaka Êzidî nîşanî cîhanê bide.
Di nav 25 wêneyên pêşangehê de, du berhemên Rewend Cewad beriya niha di sala 2018an de li Amerîkayê (Washington D.C.) di pêşangehekê de xelata sêyemîn û xelata "Çîroka Herî Bihêz" wergirtibûn.
Cewad ev xelat diyarî gelê Êzidî kir û got: "Ez vê serkeftinê tenê wekî ya xwe nabînim. Ev xelat dengê çîroka Êzidiyan e. Ez bi şanazî vê xelatê pêşkêşî gelê Êzidî dikim, ji ber ku ev çîrok ne ya min e, ya wan e."
Rewend Cewad xelkê bajarê Hewlêrê ye û ev 11 sal in li Almanyayê dijî. Wî di sala 2011an de dest bi hunera fotegeyê kiriye. Ev pêşangeha li bajarê Lunenê, 12emîn pêşangeha wî ya taybet e. Beriya niha berhemên wî li bajarên wekî Parîs û Londonê jî hatine nîşandan.
K24




NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin