Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê

Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê

.

A+A-

Li gorî agahiyên di çapemeniya amerîkî de hatine belavkirin, Îdareya DYAyê amadehî dike ku şêwirmend û zavayê Donald Trump, Jared Kushner ji bo danûstandinên li ser plana aştiyê ya Xezeyê bişîne Îsraîl û Misirê.

Ev serdana Kushner, piştî wê yekê tê ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dijberiya xwe ya li dijî plana dawî ya Trump a ji bo bidawîanîna şer diyar kiribû.

Berpirsên amerîkî destnîşan dikin ku tevî hevdengiya li ser armanca dawî ya li Xezeyê, hîn jî di navbera her du welatan de hin fikar û xalên nakok hene ku divê bi hevahengî li ser xebatê bê kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin