Nirxê dolar 8.50 TL yê euro jî 10 TL derbas kir

Nirxê dolar 8.50 TL yê euro jî 10 TL derbas kir

.

A+A-

Daketina nirxê lîreyê tirk li heber dolar û euro berdewam dike û îro Sêşemê, nirxê dolorekî 8.50 TLyê tirkî û yek euro jî 10 TL derbas kir.

Ev demek e Tirkiye rûbirûyî krîzeke kûr bûye ku deshilatdarî li hemberî wê xemsar dimîne û qebûl nake krîzek heye.

Nnirxê dolar û euro her roj li hember lîreyê tirk zêde dibe û êdî Banka Navendî ya Tirkiyê nikare deynên dolar ê derve bide.

Îro Sêşemê jî li bazarên Tirkiyê, dolarek gihîşt zêdetirî 8.50 TL ku rekoreke din şikand û nirxê euro jî 10 TL derbas kir.

Herwiha grama zêr jî li hember lîreyê tirk nirxê xwe zêde kir û gihîştiye 520 Tlyan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin