Neteweyên Yekgirtî: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!

Neteweyên Yekgirtî: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!

Neteweyên Yekgirtî raportek belav kir û got li Dêrezorê wexta sivîlan dikin ji herêma DAIŞê birevin û biçin kampa Holê, herî kêm 84 kesan hatine kuştin û 175 zarok jî di nexweşxaneyan de ne.

A+A-

Neteweyên Yekgirtî raportek li ser sivîlên ku ji herêma DAIŞê reviyan û ên hatin rizgarkirin belav kir.

Li gor raportê, li Dêrezorê ji Kanûna 2018an û heta îro herî kên 84 kesên dixwestin ji herêma DAIŞê birevin û xwe bisipêrin Kampa Hol a penaberan a ku di bin kontrola HSDê de ye, jiyana xwe jidest dane ku ji sisê yekê ji wan zarok bûn.

Di raportê de herwiha hat diyarkirin, 175 zarok, bi diyardeyên tibî yên birçîbûnê bo nexweşxaneyan hatine rakirin.

Weke te zanîn HSDê ragihandibû, sivîlên ku li Kampa Holê dijîn di şert û mercên giran de dijîn û daxwaza alîkariyê kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin