Netewên Yekbûyî: Zêdeyî 2 milyon û 300 hezar Ukraynî koçber bûne

Netewên Yekbûyî: Zêdeyî 2 milyon û 300 hezar Ukraynî koçber bûne

.

A+A-

Ajansa taybet bi penaberan a rêxistina NetewênYekbûyî dibêje , ji 24ê Şibatê ve heta niha bêhtir ji 2.3 milyon kes ji Ukraynayê derketine û berê xwe dane welatên derve.

Ajansa Netewên Yekbûyî roja Pêncşembê 10ê Adara 202an  belav kir ku heta niha 2 milyon, û 316 hezar û 2 kes ji Ukraynayê derketine û çûne welatên din.

Serokê wê ajansa ser bi Netewên Yekbûyî ve Flippo Grandi li ser twitterê ragihand, "Pêdiviya me bi nêzîkî 500 milyon dolarî heye jibo karê mirovî yê awarte li Ukraynayê û li welatê cîranê wê. Heta nihe zêdetir ji 300 milyon dolarî gihîştiye ber destê me, 200 milyon jê ji kesayetî, kompanî û saziyan bûye."

Hemû ew kesên ku ji Ukraynayê derketine ne xelkê Ukraynayê ne. Roja Çarşembê 9ê Adara 2022an, Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) ragihand, 109 hezar kes ji kesên ku ji Ukraynayê derketine xelkê welatên din in.

Heta 24ê Sibatê nêzîkî 37 milyon kes li Ukraynayê dijiyan, berpirsên wî welatî û rêxistinên Netewên Yekbûyî pêşbînî dikin di rojên bê de û li gel zêdebûna bordûman, topbaran û pêşketina artêşa Rûsyayê, hejmara koçber û derbideran jî zêde bibe.

Derbarê koçberan, hejmara wan bi vî awayî ye:

Polanda

1,214,503 kes derbasî Polandayê bûne, wate ji her 10 kesên ku ji Ukraynayê derketine 6 kes çûne Polandayê. Hikûmeta Polandayê hejmarek navenên taybet bi pêşwazîkirina koçberan vekirine. Berî destpêkirina şer nêzîkî yek milyon û nîv kes ji xelkê Ukraynayê li wî welatî hebûn û niha ew bi hemû şiyanên xwe alîkariya xelkê welatê xwe dikin.

Pasevanê sînorî yê Polandayê dibêje, ji 24ê Şibatê ve 140 hezar kes ji welatê wan derbasî nava Ukraynayê bûne û bi ser sê grûpan dabeş bûne; Ew zilamên xelkê Ukraynayê yên ku li Polandayê dimînin û vegeriyane daku tevlî artêşê bibin, kesên ku li Polandayê kar dikirin vedigerin jibo serekê li malbatên xwe bidin li Ukraynayê. Ew koçberên ku jibo mebestên malbatî vegeriyane welatên xwe.

Hungarya (Mecaristan)

Nêzîkî 214,160 hezar kes  çûne Hungaryayê, ku dike 9% ji hejmara kesên ku ji Ukraynayê derketine. 5 xalên sînorî dinavbera  Ukrayna û Hungaryayê de hene û hejmarek ji bajarokên wê dikevin nêzîkî sînorê Ukraynaa ji aliyê Hungaryayê ve.

Slovakya

Nêzîkî 165,199 kes ji Ukraynayê derbasî Slovakyayê bûne.                                                                                        

Romanya

Nêzîkî 84,671 kes ji Ukrayna çûne Romanyayê. Hikûmetê du kamp ji wan re amade kirine.

Moldova

Nêzîkî 259 hezar kes ji Ukrayna derbasî nav Moldovayê bûne ji wan 230 hezar kes Ukraynî ne, lê tenê 82,762 kes li wir man, ên din berê xwe ji wir dan welatên din.

Welatên din ên Ewropayê

Li gor amarên Komisyona penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 258,844 kes ji Ukrayna çûne welatên din yên Ewropayê

Rûsya

Sînorê Rûsya li gel Ukraynayê dûr û dirêje, ji despêka operasyona Rûsya bo ser Ukraynayê 97,098 kes ji Ukraynayê berê xwe dan Rûsya. Rojên 18-  23ê Şibatê 96 hezar kes ji herdû komarên Donetsk û Luhansk ku Rûsya itiraf pê kirine, derbasî Rûsyayî bûn.

Belarus

765 kes ji Ukraynayê çûne nav Bêlarûsê.

Ew di demekê deye ku êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê îro Înê 11ê Adara 2022an debasî roja xwe ya 16an bûye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin