Netanyahu û Pûtîn li ser xistina balafira Rûsî axivîn

Netanyahu û Pûtîn li ser xistina balafira Rûsî axivîn

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser mijara li Sûriyeyê xistina balafira eskerî ya Rûsî de axivîn.

A+A-

Hat ragihandin ku daxuyaniyek nivîskî ji aliyê Serokwezîriya Îsraîlê hat dayîn û hat diyarkirin ku Netanyahu ji ber mirina eskerên Rûs ên di balafirê de li ser navê gelê Îsraîlê xemgîn e.

Di daxuyaniyê de Netanyahu bal kişandiye ku mekanîzmaya hevpar a ku di sala 2015an de ji bo ku beriya pevçûnên di navbera artêşê Îsraîl û Rûsyayê de bigire hat avakirin ji 3 sala dirêjtir e nahêle ku ji her du aliyan gelek mirov bimirin û bal kişand ser berdewamiya vê mekanîzmayê.

Li gor daxuyaniyê Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku welatê wî amade ye hemû agahiyên di dest de yên der barê xistina balafira eskerî ya Rûsyayê de bi Rûsyayê re parve bike.

Netanyahu destnîşan kir ku "Ji lêxistina balafira eskerî ya Rûsyayê rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê berpirsyar e."

Hat gotin ku Serokwezîr Netanyahû di axaftinê de qal kir ku Îsraîl biryardar e ku li Sûriyeyê pêşiya hebûna Îranê bigire.

Di daxuyaniya ku îro ji Wezareta Parastina Rûsyayê hatibû dayîn de hatibû gotin ku balafira eskerî ya Îl-20 a Rûsyayê ku duh li Sûriyeyê bi 15 eskeran ve ji radarê winda bû ji aliyê pergala parastina asîmanî ya S-200î ya rejima Sûriyeyê ve hat daxistin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ji ber bûyerê Îsraîl sûcdar kiribû û gotibû ku "Hemû berpirsyariya balafira eskerî ya Rûsya a ku li Sûriyeyê ket û muretebatê ku mir ser sitûyê Îsraîlê ye."

Pûtîn jî di daxuyaniya xwe de gotibû ku "Li Sûriyeyê xistina balafira Rûsya wekî zincîreke bûyerên trajîk dixûyê."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin