Nesredîn Îbrahîm careke din wek Sekreterê el-Partî hat hilbijartin

Nesredîn Îbrahîm careke din wek Sekreterê el-Partî hat hilbijartin

.

A+A-

12mîn kongreya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) li Qamişlo bi dawî hat û di kongreyê de careke din Nesredîn Îbrahîm weke Sekreterê el-Partî hat hilbijartin.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, 12mîn kongreya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) hat lidarxistin.

Di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ji bo Rûdawê hatiye şandin, Komîteya Navendî ya el-Partî ragihandiye ku 12mîn kongreya partiyê bi beşdariya 152 endaman li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, di kongreyê de mijarên siyasî û rêxistinî û peşhateyên siyasî li navçeyê hatine gotûbêjkirin, û tekezî li ser helwesta partiyê ji dagîrkeriya Tirkiyê û girîngiya bidawîhênana wê dagîrkeriyê hatiye kirin.

Herwiha di kongreyê de, Nesredîn Îbrahîm careke din weke Sekreterê el-Partiyê hat hilbijartin.

Derbarê kongreyê de, Nesredîn Îbrahîm îşev 7ê Mijdara 2021an beşdarî Bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TV bû ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin û ragihand, kongreya el-Partî roja 5ê Mijdarê li bajarê Qamişlo destpê kir û îro 7ê Mijdarê bidawî bû û karûbarên wê jî bi awayekî profesyonel birêveçûn.

Nesredîn Îbrahîm diyar kir, di kongreya xwe de me behsa rewşa Sûriyê kir û tekezî hat kirin ku çareseriya rewşa Sûriyê bi rêbazên leşkerî nabe, hem di aliyê hikûmeta Sûriyê de û hem jî di aliyê opozisyona çekdar de, berovajî vê yekê çareserî bi rîbazên aştiyane û bi diyalogê û cîbicîkirina biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî dikare çê bibe.

Derbarê diyaloga di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê de piştî gefên wê dawiyê yên Tirkiyê jî Sekreterê el-Partiyê da xuyakirin, ku "di navbera me û Şamê de heta îro tiştek çê nebûye."

Bi gotina Nesredîn Îbrahîm, sala bihorî danûstandinek di navbera HSDê û Şamê de hat kirin, ku herdu aliyan projeyên xwe pêşkêşî hev kirin, "me projeya Rêveberiya Xweser pêşkêş kir û wan jî qanûna 107 a rêveberiyên xwecihî pêşkêşî me kir, jibo ku em li ser xalên hevbeş ên di herdu projeyan de bigihin encamek û rêkeftinekê."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin