Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkovîyên Cudî

Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkovîyên Cudî

Pezkovîyên li Çîyayê Cudî dijîn û nifşê wan li ber tunebûnê ne, li şûna bên parastin, di bin êrîşa neçîrvanan de ne. Welatîyan dîyar kirin ku gilîyê wan li ber çavan nayên girtin û pezkovîyên li vir nayên parastin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Pezkovîyên ku li Çîyayê Cûdî dijîn û nifşê wan hindik maye, divê bên parastin. Her çend biryara paratinê hatibe dayîn jî dîsa neçîrvanên ku ji dervê bajar tên û bi dizî neçîrê dikin, jîyana wan dixin xeterîyê. Neçîrvanên ku ji berina berfê sûdê digirin, ketine pey şopa pezkovîyan. Neçîrvanên ku ji dervê Şirnexê hatine û di bin navê seyda "Keroşk û kevokan de" derdikevin seydê, bi dizî pezkovîyan jî dikujin. Welatîyên dibin şahidê vê yekê û li rayedaran gilî dikin jî gilîyê wan li ber çavan nayê girtin. Gundîyên herêmê bang li rayedaran û ekolojîstan kirin û xwest li dijî vê yekê tedbîr bên girtin û neçîra van sewalan bê qedexekirin. 

 

Welatîyê Gundê Sorbitminê yê Navçeya Sîlopîyê Îlyas Yaghan dîyar kir ku di rojên dawî de hêjmara neçîrvanan zêde bûye û bi awayekî dizî pezkovîyan dikujin. Yaghan, anî ziman ku neçîrvan tên kîvroşk, kev, çûk û sewalên din dikujin û neçîra wan dikin û wiha got: "Ev sewal guneh in. Divê ev sewal bên parastin. Divê neçîra wan bê qedexekirin. Em dixwazin neçîrvan dest ji vê seydê û kuştina sewalan berdin. Ev li dijî sinc û wîcdan e. Ger ku rayedarên dewletê bixwazin, dikarin wan asteng bikin. Lê naxwazin. Em dixwazin ev neçîrvan bên cezakirin û neçîrê li wan qedexe bikin."

 

MA / Mujdat Can

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Nûçeyên eleqeder