Nêçîrvan Barzanî peyamek ji bo 34emîn salvegera kîmyabarana Helebcê belav kir

Nêçîrvan Barzanî peyamek ji bo 34emîn salvegera kîmyabarana Helebcê belav kir

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyamek ji bo 34emîn salvegera kîmyabarana Helebcê belav kir û diyar kir, baştirîn bîranîn, dilsozî û rêz ji bo canê şehîdên Helebce û temama Kurdistanê ew e ku hemû hêz, alî û pêkhateyên Kurdistanê yekrêz û hevgirtî bin.

Peyma Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Îro, 16 ê Adarê, em gelek bi rûmet bîranîna zêdetir ji 5 hezar şehîdên Helebce dikin û bejna xwe li hember canê wan yê paqij diçemînîn. Ew berî 34 salan, di yek ji tirsnaktirîn tawanên dîrokê de, bûne qurbanê destê rejîma hîngê ya Iraqê ku bi çekê kîmyayî yê qedexekirî, bi hovane komkujî kirin, bi hezaran jî birîndar û derbeder bûn ku her yek ji wan çîrok û serhatiyeka xemgîn heye.

Karesata kîmyabarana Helebce, bo heta hetayê sembola miletekî sîtemlêkirî û qurbanî ye ku bi tenê tawana wan ew bû li ser axa xwe ya resen û li jêr asmanê xwe da, daxwaza jiyan, azadî û dadweriyê dikirin. Miletek ku roleka mezin di dîrok û şaristaniya deverê da lîstiye û her tim destê dostaniyê, mirovperweriyê, aştiyê, pêkevejiyan û lêborînê ji hemûyan re dirêj kiriye.

Kîmyabarana Helebce, hewleka din ya beravêtî û bêencam ya tawanbarên dîrokê bû ku dixwestin îradeya polayîn ya gelê Kurdistanê ya ji bo azadî û serfiraziyê pê têkbişkînin, lê belê wek her tim bi xweragirî maye û îradeya ji bo jiyanê, rabûnê ve û berdewamiya gelê Kurdistanê, xeyalên wan şikandin û ji bo jiyan, azadî û serfiraziyê kete ve ser rê.

Divê di hemû waran da zêdetir xizmeta Helebce bê kirin û di vê bîranînê da, em daxwaz dikîn ku dewleta Iraqê wek erk û pêgiriyên xwe yên yasayî, malbat û kesukarên şehîdan, ew qurbaniyên hêşta di jiyanê da mane û jîngeya Helebceyê qerebû bike û êdî nehête piştguh xistin, hemû pêngavên biparêzgarbûna Helebce temam bike, da ku bi wî awayî, kêm jî be, ji xemên wan kêm bikin.

Herwisa, em daxwazê ji civaka navdewletî û cîhana pêşketî dikîn ku, di nav xebatên berdewam da bin ji bo hindê rê nehête dan ku karesata Helebce li çu ciyên din li ser erdî dubare bibe û çekê komkuj û berhemanîna wî bi yekcarî û bi temamî bihête qedexe kirin û bi hemû awayan rê li bikaranîna wî çekî bihête girtin.

Em careke din dupat dikin: Baştirîn yad, wefadarî û rêz ji bo canê şehîdên Helebce û temama Kurdistanê, ew e ku hemû hêz, alî û pêkhateyên Kurdistanê yekrêz û hevgirtî bin û bi hev re kar bikin da ku hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi dest bixin û federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêzin, hemû alî jî dersan ji serborên dîrokê bibînin û ji bo niha û paşerojeka baştir bikîn rênîşander.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin