Neçîrvan Barzanî li Tehranê digel Rûhanî civiya

Neçîrvan Barzanî li Tehranê digel Rûhanî civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li Tehranê civiyan.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dirêjahiya hewlên xwe yên dîplomasî de duh êvarî (20.01.2018) çû serdana paytexta Iranê bajarê Tehranê.

 

Nêçîrvan Barzanî li gel Serokomarê Iranê Hesen Ruhanî û  Sekretêrê Encûmena Bilind a Asayişa Niştîmaniya Iranê Elî Şemxanî re civiya û biryar e li gel berpirsên bilind yên wî welatî jî bicive.

 

Di civînê de li gorî medya Îranê pêwendiyên navbera herdu aliyan, mijara sereke ya civînan bû û geşedanên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî alîkariya Îranê di heyama şerê li dijî DAIŞê de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye bibîr xist û diyar kir ku Îranê her tim piştgiriya Kurdan kiriye û got: “Herêma Kurdistanê ji bo hevalbendiya û dostbûna Komara Îslamî ya Îranê şanaz e. Ti kes nikar peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê xirab bike. Ji bo tinekirina gefên li ser Îranê tişta ji me bê em dê bikin.”

Sekretêrê Encûmena Bilind a Asayişa Niştîmaniya Iranê Elî Şemxanî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de dê bibin alîkar ku astengiyên hene ji holê bêne rakirin.


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re êvara şemiyê (20.01.2018) gihişte Tehranê.

Berpirsê pêwendiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê û Iranê ji Rûdawê re ragihand, ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda pêre di dema du rojan de li Îranê bimîne û dê ligel rayedarên îranî re hevdîtinan bikin.

Cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên, Berdevkê Hikumetê Sefîn Dizeyî, di nav şandê de cî digrin, ku bi serokayetiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin