Nêçîrvan Barzanî gazî PKKê kir: Şer ji Herêma Kurdistanê dûr bixe!

Nêçîrvan Barzanî gazî PKKê kir: Şer ji Herêma Kurdistanê dûr bixe!

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di merasima derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê de ragihand, divê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekdeng û bi helwestekî hevbeş peyamekê bidin PKKê ku “ew şerê niha ti sûdeke wê tune ye û divê PKK wî şerî ji gelê Kurdistanê dûr bike.”

Îro merasima derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê (AUK) hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek rayedarên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasimê de amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasimê de gotarek pêşkêş kir û di peyama xwe de amaje bi şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, ew şer ji ax û gelê Kurdistanê bê dûrxistin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Divê em bi yek dengî û yek helwestî ji PKKê re bêjin, ev şer bê sûd e û vî şerî ji gelê Kurdistanê dûr bike.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got,“Divê em bi yek dengî û yek helwestî ji PKKê re bêjin bi bêrêzî li îradeya xelkê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên rewa nenihêre.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diayr kir, “Divê di navxweyê Kurdistanê de em yekrêziya xwe xurt bikin, ku ev yek garantiya parastina mafên me yên destûrî ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin