Nêçîrvan Barzanî: Êdî Iraq û Herêma Kurdistanê di qonaxeke nû de ne

Nêçîrvan Barzanî: Êdî Iraq û Herêma Kurdistanê di qonaxeke nû de ne

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê serkevtina hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê de peyamek belav kir û ragihand, êdî Iraq û Herêma Kurdistanê di qonaxeke nû de ne. Nêçîrvan Barzanî got, “Divê em hemû bi hev re xwe ji bo erk û berpirsyariya hevbeş û astengiyên qonaxa bê amade bikin.”

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike, ku yekrêzî, tifaq û bihevrebûn, mifteya serkevtina me ye û dikare mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê garantî bike û destkevt û sîstema federalî û statuya wê ya siyasî diparêze.

Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî bang li aliyên siyasî yên Kurdistanî dike û dibêje, “Ji erkê hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye, bi tifaq û yekrêz, em hemû ji bo niha û paşerojeke baştir bo Herêma Kurdistanê û Iraqê bixebitin, ji bo vê yekê jî, em li gel hêz û aliyên Iraqî alîkar bin.”

Hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê di 10ê Cotmeha 2021an de li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê birêveçû û li gor encamên destpêkê yên fermî ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê aşkere kiriye, ji aliyên Kurdistanê, PDKê 32 kursî, YNK 17 kursî, Nifşê Nû 9 kursî, Yekgirtû 4 kursî û Komel 1 kursî bidest xistine ku bi hev re dike 63 kursî.

Serok Nêçîrvan Barzanî bang li hemû alî û hêzên Iraqî jî dike, ku bi nêrîn û xwendin û têgihiştineke nû dest bi xebatê bikin û destnîşan dike, “Erkê me hemûyan, hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ew e ku bi nêrîn û xwendin û têgihiştineke nû û rastbîniyê, bi sûdwergirtina ji ezmûn û şaşiyên berê, li ser bingeha destûr pirsgirêkên welat çareser bikin. Kar ji bo Iraqeke aram û xweşguzeran bikin ku têde mafên destûrî yên hemû pêkhateyan misoger û parastî bin, bawerî, pêkveyî, hevçarenûsî, alîkariya hevbeş, berjewendiya giştî ya welat, hevbeşiya rasteqîne, sazan û wekhevî, me hemûyan kom bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de dibêje, “Êdî dema wê ye em bi hev re kar bikin ji bo damezrandina hikûmeteke niştimanî ya federal ku rengvedana xwest û hêviyên welatiyan be, destûrê pêk bîne, sazî û dezgehên dewletê bihêz bike, grûp û hêzên çekdar ên li derveyê qanûnê kontrol bike, li ser bingeha destûr û hevbeşiya hemû pêkhateyên Iraqê, proseya siyasî rast bike û ber bi paşerojeke baştir ji bo hemuyan, welat birêve bibe.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Rêjeya beşdariya di dengdanê de peyameke zelal a hemwelatiyan e ku çavê wan li jiyan û guzer‌an û xizmetguzariya zêdetir e û mafê wan e jî. Ev ji bo me hemûyan, hikûmet û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, divê pend û waneyek be ji bo pêdeçûneke ciddî û çêkirina baweriyê, herwiha bibe handerê kar û xizmetên zêdetir.”

Di vê peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî spasiya welatiyan, hemû hêz û aliyên siyasî, dam û dezgehên îdarî û emnî, medya û civaka medenî, Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan, çavdêrên biyanî û navxweyî, tîmên Netewên Yekbûyî û bi taybet  serok û tîma UNAMI li Iraqê, tîma Yekîtiya Ewropayê û Komkara Erebî dike, ku di serxistina hilbijartinan de hevkar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez dike, beşdariya di hilbijartinan de pêngaveke girîng e li ser rêyeke rast û dibêje, “Beşdariya me ya li hilbijartina nûnerên me yên li Bexda, pêgiriya me ye bi bingehên demokrasiyê.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin