Nêçîrvan Barzanî: Divê hêza Pêşmerge yekgirtî be

Nêçîrvan Barzanî: Divê hêza Pêşmerge yekgirtî be

Serokê herêma Kurdistanê ragihand, nabe hêzên Pêşmerge hêzên partîyan be, divê hêzeke yekgirtî ya Kurdistanî ya bihêz û şidyayî û bi rêzkarî ango disîplîna hemdemî ve bê bi bingeh kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12.11.2019ê beşdarî 26.mîn dewreya perwerdeya akademîya leşkerî ya Zaxoyê bû û gotarek pêşkeş kir û dîyar kir, Akademî cîhê serbilindîyê ye û Pêşmerge jî hêzeke xwedî moral û aştîxwaz û dostê jîyanê ye û dewreya perwerdê û gehandinê jî wek pêwîstîyekî giring bo efseran pênase kir.

Herwiha dîyar kir, erkê Pêşmergetî li erkê herî pîroz ê Kurdistanê ye ‘’Hûn li hêzên Pêşmerge û hêzên din berdewam di asta bendewarîya gel de bûn, DAIŞê we şikand û ev belgeya herî mezin e ku Kurdistan berdewam bi we serbilind e.’’

Herwiha pêwîst zanî ku Pêşmerge hêzekî li ser bingehên mirovî hatibe rêxistin kirin û li gor rêkeftinên taybet derbarê şer de hatine kirin be. ‘’Nabe Pêşmerge hêza partî û alî û gruban be. Divê Pêşmerge dûr be ji nakokî û milmilaneyên navxwe û bo çemkên siyasî û pirsgirêkên siyasî bi ti awayekî nabe hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bikarbê.’’

Herwiha got, divê Pêşmerge bixwe jî qebûl neke Pêşmergeyê partî û alîyan be. Ji ber Pêşmergeyê Kurdistanê û destkevtên vî gelî be û hêzek be di asta bersiv dana hemû metirsîyên li ser Kurdistanê be.

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Pêşmerge û xwebexşan di şerê dijî DAIŞê de bi merdane berevanî kirin û qurbanên mezin dan. Ev şer bo Pêşmerge hem ezmûnekî nû bû û hem giran bû, derfetek jî bû ku em kemasîyên xwe yên leşkerî em baş bibînin û wane û ders bû ku em bizanin çawa hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî li ser bingehên leşkerî ava bikin. Şerê terorîstên DAIŞê de ti cudayî li ser bingehên partîyan nehatin kirin. Metirsî û gef wek yek li ser me hemûyan bû û ser hemû Kurdistanê bû. Ji ber wê pêwîst bû Pêşmerge jî yê hemû alîyan be. Bi yek hêz û yekgirtîyê li heman çeperî de berevanî bidin û li gel yek qurbanî bidin.’’

Barzanî teqez kir, divê hêzeke yekgirtî ya Kurdistanî ya nizamî şidyayî, bi rêzkarî û disîplîna hemdemî ve em bi bingeh bikin. Hêzekî li yek navendê ve bê kontrol kirin û rêveberîya wê bê kirin û bibe yek ji rûyê dîyar û biheybet ê herêma Kurdistanê. Hêzekî bi perwerde û rahênan û fêrbûna berdewam û wergirtina zanistê nû ve, bihêz û pirçek kirî be. Herwiha jîyan û debarekî baş bo hemû efser û karmend û endamên wê hêza niştimanî bê ava kirin.

Nêçîrvan Barzanî dawîyê de jî spasîya hêzên hevpeyman û welatan kir ku alîkarîya herêma Kurdistanê kirine. Herwiha silav û rêzên xwe ji şehîdan re û hêvîya silametîyê bo birîndarên şerê dijî DAIŞê jî anî ziman û bilêv kir.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin