Nêçîrvan Barzanî bi Îbrahîm Reîsî re bi telefonê axifî

Nêçîrvan Barzanî bi Îbrahîm Reîsî re bi telefonê axifî

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê li serokkomarê nûh yê Îranê Îbrahîm Reîsî re axifî û bi sedema hilbijartina wî bo serokkomariya Îranê wî pîroz kir.

Li gor nûçeya ku di malpera serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ber destê êvarê axaftina xwe bi telefonê kiriye û Barzanî hêviya xwe daye xwuyakirin ku di wexta Reîsî de, her tişt li ser berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê yên her du terefan, li ser bingeha têkiliyên dîrokî û cîrantiyeka baş, bimeşin.

Barzanî daxwaza serkeftinê bo Reîsî kir û wî pîroz kir. Barzanî bi sedema ku Îran di her wexta zor gihaye Herêma Kurdistanê, Îran destekê daye herêmê, sipasiya Îranê kir û xwest hevkarî û pêşdebirina hevkariya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê firehtir bibe.

Îbrahîm Reîsî jî di axaftina xwe de sipasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye û xwestiye têkiliyên Îranê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re bêhtir bipêş de here.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin