Navçeya Rezanê di bin xetereyeke mezin de ye

Navçeya Rezanê di bin xetereyeke mezin de ye

Navçeya Rezana Amedê bi nifûsa xwe ya 388 hezarî ji 50 bajarên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê mezintir e. Lê bi avahîyên xwe yên ku bê plan û proje hatine çêkirin jî navçeya xetere ye jî, nexasim jî Baglara kevin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navçeya Rezana Amedê ku bi nifûsa xwe ji 50 bajaran mezintir e, di bin xetereyeke mezin de ye. Li gorî pisporan eger erdhejeke bi hêz li derdora Amedê çêbe herî kêm 10 hezar avahî dê li vê navçeyê hilweşin û xelk di bin kavilan de bimîne. Ji ber vê yekê bang li dewletê dikin ku berîya karesateke mezin pêşî li vê rewşa xirab bê girtin.

Avahîyên qat bi qat ku her yek ji ya din bilindtir û bê kolon in, xirabtirîn avahîyên Amedê ne. Piştî erdheja ku li Xarpêtê çêbû, Rezan careke din bi van avahîyên ne saxlem xwe xiste bîra pisporan. Li gorî pisporan pir ne dûr e ku nêzîkî Amedê erdhejek çêbe û Baglar serobino bibe.

Derbarê mijarê de pisporê erdhejê û endezyar Li Zanîngeha Dîcleyê akademîsyen Şefîk Îmamoglu ji Rûdawê re got: “Erdheja ku li Xarpêtê bûyî, bandoreke xwe ya mezin li ser vê derê jî çêkir. Yanî ger ev erdhej nêziktir bûna, hêza wê piçekî zêdetir bûya, li Rezana Amedê îhtîmal heye ku ji 10 hezarî zêdetir xanî xisareke mezin bibîne.”

Şaredarîya Rezanê ji bo ku avahîyên ne saxlem bêne xirakirin û di şûna wan de avahîyên nû bêne çêkirin projeyek amade kirîye. Li gorî vê projeyê dê destpêkê bi qasî zevîyeke 50 donumî xanî bêne xirakirin û li heman cihî avahîyên nûjen bêne lêkirin.

Rêvebirê Beşa Îmarê ya Şaredarîya Rezanê Firat Kiliç jî dibêje: “Mixabin em ji avahîyên Baglarê re dibêjin darbest li ser darbestê. Lewre tu xizmeteke endezyarî û mîmarî lê nehatîye kirin. Avahîyên li Baglara kevin ne di erdhejê de, niha jî mirov rîskeke mezin in. Me projeya ji nû ve çêkirina Baglarê da Wezareta Bajarvanîyê. Em ê dest pê bikin. Pêvajoya nûkirinê pêvajoyeke pir dirêj e. Em dê berdewam bin.”

Li Rezanê xanî ewqas di nava hev de û bê ser û ber hatine çêkirin ku di karesateke xwezayî de ne hawarçoyek ne jî agirkujek nikare bikve kuçeyên wê. Ev yek mirovan zêdetir ditirsîne.

Navçeya Rezanê ji 12 taxan pêk tê û 11 taxên vê navçeyê di bin xetereya rûxandinê de ne. Rûniştvanên wê jî welatîyên herî hejar ên Amedê ne û li benda çareserîyê ne.

Rûniştvana Rezanê Muhterem Avci  jî dibêje: “Ger erdhej çêbe dê hemû avahî bi ser me de bêne xwarê.”

Rûniştvanê heman navçeyê Firat Şahîn jî got: “ Erdhejek çêbibe li Rezan kevir li ser kevir namîne.”

Mehmet Cengîz jî anî ziman: “Erdhej çêbe ez bawer nakim li Rezan yek avahîyeke saxlem jî bimîne.”

Welatî Ehmed Çelîk jî dîyar dike “Gerek Rezan bi tevahî ji nû ve çêkin û baş çêkin.”

Navçeya Rezanê di salên 90î de bi koçberîya kesên ku ji gundên xwe bi zorê hatin derxistin tije bû. Ji ber koçberîya ji nişka ve xanîyên Baglarê li derveyî pîvanên mîmarîya standard hatin lêkirin. Bêpîvanîya mîmarî ya wan demên neçarîyê, niha dibe ku bibe pîvanê çarenivîseke  reş.

Maşallah Dekak- Rûdaw

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin