NATOyê hişyarî da Rûsyayê

NATOyê hişyarî da Rûsyayê

.

A+A-

Welatên endamê hevpeymaniya NATOyê di civîna du rojan de ya li bajarê Riga paytextê Lativiya, gef li Rûsyayê xwarin, ku eger êrîşî Ukraynayê ya hevpeymaniya wan bike, ew ê “baceke giran” bide.

Welatên Rojava dibêjin, Rûsyayê hejmareke zêde ya serbazên xwe li nêzîkî sînorê Ukrayna kom kiriye û ji wê ditirsin dagir bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken, radigihîne, “Em niha nizanin gelo Serok Putin biryara xwe daye bo dagirkirina Ukraynayê yan na. Lê em wê dizanin ku mijûle hêza xwe bicî bike bo wê dema biryar da, di demeke kurt de bike. Ji ber vê, teve piştrasbûna me derbarê daxwaz û demê de, pêwîst e em xwe ji bo hemû rewşeke ji nişkava amade bikin û di heman demê de kar bikin bo wê, bizanin gelo Rûsya pêngavên berevajî davêje yan na.”

Ukrayna ne hevpeymaniyê NATOyê ye, ji ber wê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, destnîşan kir, di egereke êrîşa Rûsyayê de nikarin bergiriya serbazî li Ukraynayê bikin, lê dikarin amûrên bergiriyê bo wê dabîn bikin û bi rêya sepandina cezayê rêgiriyê li her êrîşeke Rûsyayê bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, diyar dike, “Hejmarek bijardeyên me hene, bo wêya ku piştras bin Rûsya rûbirûyê encamên cidî dibe, eger dubare hêz li dijî welatekî serbixwe û xwedî serwerî weke Ukraynayê bikar bîne. Ji cezayê aborî bigre, heta bigihêje cezayên darayî û berbendkirinên siyasî.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken, dibêje, “Me ji bo Kremlînê eşkere kiriye ku bersiveke bihêz didin, di nav de jî hejmarek rêkarên aborî yên bihêz û bibandor ku di rabirdûyê de me xwe ji bikar anîna wan dûr girtiye.”

Pêştir Amerîkayê hişyarî dabû hevpeymaniyên xwe yên Ewropî, ku dibe Rûsya, Ukraynayê dagir bike.

Lê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, wan gotinan hemûyan red dike û dibêje, ew serbazên nêzîkî sînorê Ukraynayê ne, pêştir bo armanca rahênana serbazî şandine wan cihan, ne ku ji bo dagirkirina Ukraynayê. Herwiha, rexneyan li NATO digre ku manorayên serbazî li nêzîkî sînorê Rûsyayê zêde kirine.

Serokê Rûsyayê, ji welatên Ewropayê daxwaz dike Ukraynaya hevsînorê wan nekin endamê NATOyê û xwe ji bicîkirina çekên stratejîk li wî welatî dûr bigrin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, dibêje, “Di gotûbêjên me yên ligel Amerîka û hevpeymaniyên wê de, em pêkanîna rêkeftineke bihêz destnîşan dikin ku bi hemû şêweyekî rê li firehkirina NATOyê ber bi rojhilat û bicîkirina wan çekan bigrin ku li nêzîkî axa Rûsyayê li ser me dibin gef.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken, ev gotinên şahê Kremlînê, wek “henekeke xirap” bi nav kir.

Biryare îro li Stocholma paytexta Swêdê, di Civîna Rêxistina Asayîş û Hemahengiya Ewropayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bicive û nîgeraniyê NATOyê bigihîne wî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin