Namzetên Serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat digel rojnamevanan civiya

Namzetên Serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat digel rojnamevanan civiya

îro 19ê Sibatê, Namzetên Serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, di taşteyê de li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê, digel çapemeniyê civiya.

A+A-

Di civîna çapemeniyê de rêvebir û endamên herdu partyên PAK û PSKê û hin şexsiyetên serbixwe amade bûn. Herwiha çapemeniya Kurdî û herêmî jî bi baldarî civîn şopand.

Di civînê de pêşî Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel axivî. Bozyel behsa pêvajoya hilbijartinê kir û pêvajoya xendekan rexne kir û got 'Serokên şaredariyan ên wekî qeyyûm dest danîne ser, ne rewa ne.'

Piştî Bozyelî, Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, bi tirkî, kurmancî û zazakî axaftinek kir.

Di axaftina xwe de Saît Aydoğmuş, behsa projeyên xwe kir. Aydogmuş, got rêvebiriyên Amedê ku heta niha Amedê bi rê ve dibin, qaşo 'azadîxwaz û beşdarxwaz' bûn lê bi fermanên ji derve hatî ve Amed bi rê ve dibir û wisa pê de çû: "Ez ê hemû pêdiviyên şaredariya Amedê, pêşî ji hilberîner, esnaf û mutahîdên xwecîhî peyda bikim"

Aydoğmuş behsa girîngîdana zimanê kurdî û projeyên xwe yên li ser vê yekê jî kir û mafên kêmaran ên wekî Ermen, Keldanî û Suryanan jî bibîr xist. Herwiha bo Amedeke aram, şînahî û nûjen projeyên xwe dan nasîn.

Ji bilî Namzetê Serbixwe yê Amedê Saît Aydogmuş, Namzetê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner, ê Peyasê Ahmet Zeki Ekinci, yê Rezanê Hidayet Fidan amade bûn.

Herwiha, kesayetên wekî Brusk Solduk, Cabîr Yoldaş û Mele Arif, jî hin ji şopînerên namzetên sebixwe bûn.

tastê-1.jpgtastê-2.jpgtastê-3.jpgtastê4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin