Nadia Mûrad, li Herêma Kurdistanê ye

Nadia Mûrad, li Herêma Kurdistanê ye

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadia Murad, îro li Herêma Kurdistanê çû Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li keça Kurda Êzidî û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad kir.

 

Li gorî ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de, ji ber wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê, pîrozbahî li keça Kurda Êzidî Nadiya Murad kir û hêviya serkevtinê jê re xwest. 

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser hemû cure piştgiriyekê bo kar û çalakiyên mirovî yên Nadiya Murad ên di ber aştiyê û xizmetkirina qurbaniyên Êzidî û gihandina dengên wan bi cîhanê, hewlên jibo rûbirûbûna terorê û cezakirina terorîstên DAIŞê û nasanduna kêysa Êzidiyanweke cenosîd li cîhanê û parastina wan, kir.

 

Nadiya Murad jî behsa rewşa niha ya Êzidiyan û bi taybet jî navçeya Şingalê kir û daxwaz kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di avedankirina Şingalê û navçeyên din ên êzidiyan de, vegerandina awareyan û jiyanê û parastina seqamgîriya li navçeyê, rola xwe bilîze.

 

Li aliyekî din Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pêşwazî li xwediya xelata Nobelê Nadya Murad kir û ji ber wergirtina xelata Nobelê ya aştiyê, pîrozbahî li Nadya Murad kir û hêvî xwest bo gehandina belayên êzdiyan ji civaka navnetewî re û birînan bipêçê û dabîn kirina xizmetê û avedaniyê bo deverê hêza xwe bikarbîne.

 
Ji aliyê xwe ve Nadya Murad li gel spasiya Mesrûr Barzanî kir, ji ber avakirina vê derfetê û bi hewarê çûna hikûmeta herêma Kurdistanê û parastin û alîkarbûna êzdiyan.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin