Mustafa Özçelik: Ez PAKî me, Ez PAK im, Ez bi PAKê serbilind im!

Mustafa Özçelik: Ez PAKî me, Ez PAK im, Ez bi PAKê serbilind im!

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)Mustafa Özçelik: PAK cîhê şanazîya her Kurdistanîyekî dilsoz e. Ez hêjayîyên netewî û dîrokî di bin ala PAKê de hildigrim.

A+A-

 

“PAK partîya fedakarên Kurdistanê ye. PAK bi îmkan û fedakarîya rêvebir û endamên PAKê xebatên xwe, aborîya xwe dimeşîne. Yên PAKê dizanin bi teqdîr pesnê vê xusûsîyatê PAKê didin.

PAK partîyeke şefaf e. Tu tiştekî ku ji tu kesî veşêre jî tune ye.

PAK di doza azadîya Kurdistanê de navê kultureke nû ye.

PAK bi demokrasîya navxweyî di Bakurê Kurdistanê de nimûyek e.

PAK bi serokê xwe, bi rêvebirên xwe, bi endamên xwe, bi alîgir û dostên xwe serbilind e. Rêvebir û endamên PAKê eve 30, 40, 50 sal in ku di îşkenceyan de, di mehkemeyan de, di hefsan de, di şerdên herî zehmet de, di bin guleyên dijminan de, ala azadîyê nexistine erdê. Rêvebir û endamên PAKê eve 30, 40, 50 sal in ku kedkar û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê ne.

Ewên ji vê PAK a PAK acizin cezayên hepsê li gelek endam û revebirên PAKê dibirin û dozan li wan vedikin.

Ewên ji vê PAK a PAK acizin, tehamulî vê xebata dilsozane, pak, bi biryardar, netewî, niştimanî, Kurdistanî nakin.

Ewên ji vê PAK a PAK acizin, bi buxtan û derew û bêwîcdanî û fesadî û bêehlaqîyê dê nikaribin pakîya PAKê gemar bikin.

Rêvebir û endamên PAKê bi hemû jîyan û berhemên xwe ve li ber çavan e, PAK in.

Ewên ku ji vê ekol û kultur û ruh û dilsozî û fedakarî û lihevxwedîderketina PAKê û ya PAKîyan tiştek wernegirtibin jî divê ji xwe bipirsin.

PAK navenda potansîyela azadîxwaz, netewî, demokrat Kurdistanî ya li Bakurê Kurdistanê ye.

PAK cîhê şanazîya her Kurdistanîyekî dilsoz e.

Ez hêjayîyên netewî û dîrokî di bin ala PAKê de hildigrim.

Ez PAKî me, xizmetkar û xebatkarê miletê xwe û yê welatê xwe me. Li kîjan perçeyê Kurdistanê, li kîjan kujê cîhanê kî ji bo doza miletê min, ji bo mafe netewî, niştimanî yê gelê min xebatê bike ew dostê min e, hevkarê min, mitefîkê min e, hevalê min e.

PAK dibêje 'Azadî jibo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê'

Ez PAKî me, ez PAK im, ez bi PAKê serbilind im.”

31.03.2020

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin