Muslim"Divê YE li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe"

Muslim"Divê YE li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe"

"Divê welatên Yekîtiya Ewropayê di vê têkoşînê de li gel me bin û li hemberî dagirkeriya Tirkiyê dengê xwe bilind bikin."

A+A-

Di Parlamenta Ewropayê (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê, bi navê "Rewşa lezgîn a li Bakurê Sûriyeyê, dagirkeriya Tirk, ewlekariya Ewropayê û alternatîfek ji peymana Tirkiyeyê re" konferansek hat lidarxistin.Hevserokê PYDê Salih Muslim jî beşdarî civnê bû.

Hevserokê PYDê Salih Muslim di axavtina xwe de balkişand ser ketina Tirkiyê ya Cerablusê û wiha got: "Erîşa Cerablusê ji nişkê ve derneketiye holê. Tirkiyê bi salanê êrîşê dibe ser berjewendiyên kurd û Rojavayê. Di destên me de dokuman hene ku alîkariya DAIŞê dike. Tirkiye bi vê êrîşê re di heman deme de êrîşê tîne ser modela ku em hewl didin li Sûriyê pêk bînin û Sûriyê demokratîk bikin.

Hevserokê PYDê di axavtina xwe de got: "Em weke Rojava gelek penaberan distînin. Ji bo pêdiviyên wan em ti piştgiriyê nastînin. Ji ber vê ambargoyê ji ti deran piştgirî nayê, destûrê nadin.

Salih Muslim bang li welatên Yekîtiya Ewopayê kir û got "Divê welatên Yekîtiya Ewropayê di vê têkoşînê de li gel me bin û li hemberî dagirkeriya Tirkiyê dengê xwe bilind bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin