Mûcîzeya hêkan

Mûcîzeya hêkan

Leyla Yeşîl

A+A-

Min dema çend nivîs li ser feydeya hêkan xwend, min dilê xwe de biryar girt ku nivîsekê li serê binivsînim. Nuha Paskalya ye, tam dema wê ye ku vê nivîsa xwe biweşînim. Bi vê munasebetê paskalya ya cîranên me Ermenî, Suryanî, Asûrî, Kildanî û hemû dinya Xirîstiyan pîroz dikim.

hêk-2.jpg

Rojê hêkekê bixwe tu yê bibînî ku wê çi guhertin di laşê te da çêbibe.

Hêk di gelek xwarinan da tê bikaranîn.

Bi her hawayî: kelandî, qelandî, yan jî xav, di fravînê de, taştê yan jî di şîvê da, ew her tim bi feyde ye ji bo laşê mirov.

Neh feydeyên ku tu rojê hêkekê bixwî ev in:

1-Laşê mirovan 11 asîdên amînoyî hildiberînin û xeynî wan nehên din jî pêwist in ku laşê mirov baş kar bike. Dema ku mirov rojê bi kêmasî hêkekê bixwe, mirov neh asîden amînoyî yên mayî jî ji hêkê digirin.

2-Ji ber ku di hêkan de kalsîyûm heye, îskeletên mirovan zexm û xurt dibe û rê li ber osteoporosis (hestîrizîn/hestîherifîn)ê digre. Her weha di hêkan de vîtamîna D jî heye û ew jî alîkarîyê dike da ku di iskelet û dirananda balansa kalsiyuma çêbibe.

3-Ku mirov rojê hêkek yan jî du hêkan bixwe, wê xwe ji enfeksîyonan, nexweşîn û vîrusan biparêze. Di hêkan da ji sedî 22 selenium ku laşê mirovan hawcedare heye û ew parastina îmunê bi qawet dike.

4-Ji ber ku B vitamin û asîden rûnî yên Omega-3 di nav hêkê da heye, ew jî dibe alîkarîya kû porên mirov, neynokên mirov û çermê mirov baştir dibe.

hêk-1-.jpg5-Ji berê da dihat zanîn ku di hêkê da gelek proteîn hene ku alîkarîya çêkirina masîlkan (adeleyan) dike, Ji ber wê jî mirovên ku siporê dikin jê gelek feyde dibînin.

6-Di hêkê da cismê salîsîlat (kolin) heye ku ew alîkarîya zêdebûn û firehbûna mêjî dike, bîranîn û qabîlîyeta reaksiyonê jî zêde dike.

7-Ew mirovên ku LDL partîkelê (kolestrola nebaş) wan hûrik bin, rîska kû ew bi nexweşînên dil bikevin zêdetir e, ji ber ku lêkolîner dibêjin ku hêk alîkarîya mezinbûna LDLê dike, (girbûyîna wê proteînê rê li çêbûna kolesterolê digire û ew jî dibe alikar ku damarên xweynê neyên xitimandin) û her weha problemên dil jî kêm dibin

8-Antioksidantên bi navê lutein û zeaxanthin ku di hêkê da hene jibo xurtbûna çavan û ji nexweşînên enfeksîyonên çavan diparêzin.

9-Hêk ji bo ku mirov bikaribe kîloyên xwe biparêze jî alternatîveke baş e, ji ber ku dema mirov hêkan dixwe, zû birçî nabe û ji xwarina hûrik hûrik dûr dikeve.

Çavkanî: NEWSNER 2017-02-17

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin