MSDê bi Şamê re hevdîtineke din pêk anî

MSDê bi Şamê re hevdîtineke din pêk anî

Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MDS) vê heftê bi rejîma Şamê re hevdîtineke nû pêk anî. Di hevdîtinê de Rejîma Şamê ji MDSê xwest ku ew jî tevlî hilbijartina di meha pêşiya me de bibin.

A+A-

Hevserokê Konseya Demokratîk a Sûriyê ya şaxa Meclîsa Demokratîk a Sûriyê  Riad Darar di derbarê hevdîtinê de ji Reutersê re axivî û got ku em li ser mijarên rêvebiriyên herêmî û makezagonê sekinîn.

Darar wiha dewam kir: “Em gelekî dûr û dirêj axivîn, Rejîma Şamê dixwaze ku em jî tevlî hilbijartina meha pêşiya me bibin. Lê belê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê dixwaze ku rêvebiriya Herêma Rojavayê winda neke. Ji ber vê yekê me jî hê bersivek nedaye.

Darar got ku erkdarên Şamê gelek mijar anîne ser masê. Lê belê me got ku ji bo van mijaran hê gelekî zû ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dîpolomatekî Emerîkî gotibû hêzên Emerîkî biryareke nû girtiye ku ji Sûriyê venakişe û ji HSDê re gotiye digel Şamê bilez nekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin