Moskowa Wek Bersîvdana Toleyên Washingtonê 10 Dîplomatên Amerîkî Dersînor Dike

Moskowa Wek Bersîvdana Toleyên Washingtonê 10 Dîplomatên Amerîkî Dersînor Dike

.

A+A-

Wezîr Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Înê ragihand ku ewê ji 10 dîplomatên Amerîkî bixwazin ku ji Rûsya derkevin.

Lavrov got ku ewê 8 karbidestên Amerîkî têxin lîsta toleyan.

Wî herwiha dîyar kir ku ewê pêşî li kiryarên hîn sazî û rêxistinan jî bigirin.

“Emê hemî sazî û projeyên li hindurê Rûsya ku diravan ji Amerîka distînin û bi bawerîya me xwe tev li karên hindurîn yên Rûsyayê dikin, dawî bikin.”

Lavrov da zanîn ku ew hizra danîna hin cezayên giran li ser kompanîyên Amerîkî ku li Rûsyayê dixebitin, dikin.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov jî îro gotibû ku toleyên Amerîkî yên dijî wan neyên qebûl kirin.

Rêvebirîya Amerîkî do Pêncşemê jimareke toleyên nû li dijî Rûsya ragihandibûn. Washingtonê hin kompanîyên Rûsî xistibpn lîsta reş û 10 dîplomat tên dersînor kiribûn.

Wezaretê dabû zanîn ku 32 kes û kompanî jiber pêkanîna kiryarên hikûmeta Rûsî ya bandorkirina hilbijartinên seroktîya Amerîkî ya 2020î û kiryarên din yên xirabkar hatine ceza kirin.

Serokê Amerîka Joe Biden jî ragihandibû ku wî ji Putin re bi awayekî zelal gotiye ku ew dikarin toleyên hin girantir ragihînin, lê wan niha xwestiye ku alozî zêde bilind nebe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin