Mistefa Balî: Projeyeke me heye ji bo parastina mafên gelê Kurd

Mistefa Balî: Projeyeke me heye ji bo parastina mafên gelê Kurd

Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û rewşa Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhatên li navçeyê nirxandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û rewşa Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhatên li navçeyê nirxandin.

Mistefa Balî derbarê êrişa duh a li dijî serbazên Amerekî li rojhilatê bajarê Qamişlo ku di encamê de alozîyan rû dabû û herwiha kesek hatibû kuştin di bersivdayîna hêzên Amerîkî de, got ku ew kesên hatîye kuştin ne sivîl e û endamekî hêzên ser bi hikûmeta Sûrîyê ve ye.

Mistefa Balî amaje bi wê dike ku zêdetir alozî li bajarê Qamişlo rû didin û sedema vê yekê vedigerîne ser wê yekê ku ji destpêka şer heta niha hêzên hikûmeta Sûrîyê li Qamişloyê mane û weke gelek deverên din bi tevahî nehatine derxistin.

Derbarê encama dewrîyên serbazî yên li ser xaka Rojava tên encamdan jî Mistefa Balî amaje bi pêşwazîkirina wan a li rêkevtina di navbera Rûsya û Tirkîyê de dike bi armanca parastina xelkê sivîl û dibêje ew ne beşek in ji wê rêkevtin û dewrîyên wê li wê deverê lê dibêje, li herêmên ku HSD û hêzên hevpeyman ewqas ked dane ku rizgar bikin, nabe ku hêzek din rabe bêje ku ez jî dê li vê deverê dewrîyê pêk bînim.

Derbarê danûstaninnê li gel hikûmeta Sûrîyê jî Mistefa Balî, amadebûna HSD bo çareserkirina kêşeyên heyî bi rêya dîyalogê radigihîne û dibêje ew piştevanîya her pêngavekê dikin ku pirsgirêkan çareser bikin.

Mistefa Balî dîyar dike, “Em li gel ti kesî kar nakin em bi kesan re kar dikin” û dibêje, “rejîma Sûrîyê ji 2011an ve mantiqa xwe li ser çareserîya leşkerî ava kir. Lê 9 sal derbas û 9 salên din jî derbas bibin dê îspat bibe ku rêbaza leşkerî pirsgirêkan çareser nake. Pirsgirêkeke sîyasî, desthilatdarî û dîktatorîyê heye. Sîstema Beas hemû pêkhateyên Sûrıyê nedîtin.”

Berdevkê Ragihandina HSDê tekez dike, “Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser welatê xwe ne û ne mêvan in. Di 10 salên şer de dema ku rejîm û opozisyonê bajar bi ser hev de xerap dikirin, însan dikuştin, goştê însanan dixwarin û însan li kolanan serjê dikirin, me hemû  pêkhateyên li Bakurê Sûrîyê parastin bi Kurd, Ereb, Tirk, Misilman, Xirîstîyan û Êzidîyan.”

Herwiha Mistefa Balî dibêje projeyeke wan a sîyasî heye ku mafên gelê Kurd biparêze û mafên pêkhateyên din biparêze û taybetmendîya HSDê di nav sîstema leşkerî ya Sûrîyê de bê parastin û li ser vê bingehê ew bo dîyalogê amade ne.

Derbarê destpêşxerîya HSDê ya bo pêkanîna yekrêzîyê di navbera alîyên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê, Mistefa Balî dibêje, ne tenê li Rojava li cihên din jî her Kurdek hêvîya wî bo yekrêzîyê heye û dixwaza yekrêzîya Kurdî ava bibe.

Mistefa Balî dibêje, HSD weke sîwanek û alîyekî garantor xwe pêşkêş dike û amadebûna xwe nîşan dide û dibêje, ev destpêşxerîya HSDê dewama wan hewldanên berê yên bo yekrêzîyê ne ku tekez dike, “keda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, keda Kak Mesûd Barzanî tê hebû”. Balî dibêje, ev destpêşxerî ne alternatîv e, lê temamkerê wan hewldanan e.

Derbarê tohmetên ‘HSD ne bêalî ye’ Mistefa Balî dibêje, “HSDê tenê derî nîşan da, lê derî vekirîye ji her alîyekî Kurdistanî re, him Başurê Kurdistanê û him şexsîyetên Kurdistanê, kî bikare bibe alîkar di vê projeyê de û yekrêzîya Kurdî ava bike em dê hevdu temam bikin.”

Derbarê rewşa Idlibê de jî ku hêzên rejîmê li ser pêşdeçûna xwe li wê parêzgeha Sûrîyê berdewam e, Mistefa Balî dibêje, di çarçoveya rêkevtina di navbera Tirkîye, Îran û Rûsyayê de Idlib dê radestî hikûmeta Sûrîyê were kirin.

Berdevkê Ragihandina HSDê herwiha rexne li gotinên Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê girtin ku gotibû, “Ti kesê Tirkîye venexwendîye bo Sûrîyê” û got, “Berevajî wê Rûsyayê Tirkîye vexwend bo Sûrîyê, Em weke Kurd Rûsyayê tohmetbar dikin bi rê xweşkirina Rûsyayê li pêş dagirkirina Efrînê ji alîyê Tirkîyê ve. Ji ber eger erêkirina Rûsyayê neba Tirkîyê nedikarî bikeve Efrînê.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin