Mijar serxwebûn be, yên din tefarûat in...

Mijar serxwebûn be, yên din tefarûat in...

Mijar serxwebûn be, yên din tefarûat in...

A+A-

Mijar serxwebûn be, yên din tefarûat in...

Zeynel Abidîn

Em di nav rojên dîrokî re derbas dibin...

Dewletên dagirker dibin yek û di nav destûpêyên wan de jî gelek kes, serok û rêxistinên "Kurd" û bi hemî pîlanên kirêt yên ku ji layê hovtirîn terorîstên DAIŞ pêk dihînin, bi yek armancê ve ketine nav hewildaneke mezin; astengkirina serxwebûna Kurdistana Federal ya ku di serperiştiya birêz Mesûd Barzanî ketiye rojevê.

Bifikirin, di çar aliyên Kurdistanê de şer heye, pêşmerge û gerîla bûna fedayiyên dunyayê, fedayiyên parastina ax û nirxên Kurdistanê û her wisa ya mirovayetiyê, hemî dunya li ber wan r3ez digrin, bi dehan welatên mezin mafê serxwebûna Kurd bi ziman dikin, destekê didin, lê dîsa jî ji bilî Mesûd Barzanî û çend aligirên wî yên dilsoz, qet serok û partiyeke doza serxwebûnê najon. Heta hin ji wan jî wisa diyar e ew dê li dij serxwebûna Kurdistanê, ji dagirkeran zêdetir hewildanan bikin û belkî şer jî bikin.

Mirov baş li dîrokê binihêre, di tekoşîna rizgariya miletan de ev yek mixabin diqewimin, qasî ya me nebe jî, bêxîretiya li hember serxwebûna miletê xwe gelek kes û rêxistin ketine rewşa bêxîretî, xefletî û heta xiyanetiyê jî.

Mînakeke pir vekirî ya tirkan heye; gelo çima Mustefa Kemal di demeke kin de karî ku bibe serokekî netewî û dîrokî yê Tirkiyayê? Jiber ku wî wisa difikirî; "serxwebûn şeref e, derfeta wê jî afirandina bi vê şerefê ve dibe!"

Ji bilî wî hemî siyasetvanên tirk ketibûn bin tesîra îngîlîzan, almanan, emrîkayan ûwd. Hemin têkeliya Mustefa Kemal jî hebû, lê wî biryar dabû ku dewleteke serbixwe ya komarî ava bike, û kir jî.

Pir dijminên Mustefa Kemal hebûn, heta dihête gotin ku ew ji Stenbolê bo Semsûnê hatiye şandin ku bila nebe belayê serê hikûmeta Stenbolê, yanê sirgûn hatiye kirin. Heta eger Kazim Karabekir lê xwedî derneketiba û ew derdestkiriba, belkî ew dê bihata esîrkirin û ew komar jî dê nehatiba avakirin. Lê Mustefa Kemal di nav wan derfetên xirab de tiştekî dît; miletên Osmanî westiyane lê ew jiber gelek sedeman be jî li benda serokekî leheng û xwedî biryar e ku serxwebûnê bîne vî welatî.

Rewşa Kurdistanê jî wisa ye, miletê Kurd pir westiyayî ye lê ev milet dizane ku ev westan jiber bêdewletbûnê ye. Jiber vê yekê ev pêvajoya serxwebûnê ya ku bi serperiştiya Mesûd Barzanî dihête meşandin, bi heyecan û motîvasyoneke mezin ji aliyê gelê Kurd yê ji her çar parçeyên Kurdistan dihête hêvîkirin. Îro ji hemî miletê Kurd ji sedî not li gel pêvajoya serxwebûna Kurdistana Federal e, yanê projeya Barzanî ya serxwebûn dihête parastin, gel bi heyecaneke mezin wê diparêze. Heta Xetîb Dicle gotibû, gerek em li dij serxwebûn û refarandûmê biaixifin û gelê xwe îqna bikin ku ev proje şaş e. Bifikirin hûn miletekî berê îqna bikin û têxin doza serxwebûnê, çil pêncî salan şer bikin, bi sedhezaran şehîd û qurbaniyan bidin û paşê li dunya rewşa serxwebûnê we çêbe û hûn ev car jî gelê xwe îqna bikin ku serxwebûn û dewleta netewî xelet e. Ma ji vê berjêrtir exlaq heye di dunyayê de, ji vê kûrtir xiyanet çi ye?

Eger Mesûd Barzanî vê biryara xwe pêk bîne, ew dê ne bi Mustefa Kemal, Gandî, Lenîn, Rosweld û yên din, ew dê yekser bi Kyakser, Iskender, Selhadînê Eyûbî, Ertugrul Gazî û Napolyon ve bihête qiyaskirin. Jiber ku doza serxwebûnê eger bi destê Barzanî pêk were, wê bihête vê wateyê, ya ku piştî 2500 salan, piştî Kyakseres yekemîn dewleteke serbixwe ya Kurdan wî çê bike. Dîsa werin vê tesadûfa mezin ku di avabûna Medya de jî Musil (Nînewa) hatibû bidestxistin û a niha jî eynî bajar ketiye destê dehaqên hemdem yên hov û bi rastî bêyî Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên Kurd ew bajar dê nehête ji nûve rizgarkirin. Ev yek ji aliyê gelek staratesjîstên bi nav û deng yên dunyayê ve dihête nivîsandin. Jixwe dijberiya serok û partiyên Kurd jî ev e; ew difikirin eger projya serxwebûnê pêk bihê, Mesûd Barzanî dê bibe kesayetek dîrokî ya miroveytiyê.

Mesele ew qas bi bêr3ezî û bêexlaqiyeke ecêb dihêde berdewamkirin. Baş e, eger Mesûd Barzanî eger bibe kesekî dîrokî, hûn ey serok û partîno, ma hûn jî nabin hevparên wê şerefê?

Belê hûn madem naxwezin bibin hevparên wê şerefê, ç,ma bêxîretiyê ji miletê xwe re reva dibînin û hûn wisa dibêjin: "Barzanî dê sê parçeyên welatê xwe feda bike ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistan."

Ev îdîa yekser niteyeke kirêt e, hindê bi vekirî xelet e, jiber ku ji bo ku ev îdîa rast be, diviyabû sê parçeyên Kurdistanê doza serxwebûnê ajotibana û kek Mesûd jî yan bi îqnakirin yan jî bi gotina "naxêr mafê we yê serxwebûnê tuneye" ew firotibana, ku beşa xwe bike dewleteke serbixwe. Tiştekî wisa hem tune ye lê tiştekî ziddê vê yekê heye; yanê gelek rêxistin li dij ramana serxwebûnê ya kek Mesûd radiwestin, heta bi dewletên dagirkeran re civînan çê dikin ku ew çawa bikaribin pêvajoya serxwebûnê bidin şikandin, yanê serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin qurbana rejîmên "demokratîk" yên dagirkeran...

Jiber çi ye gelo?

Jiber ku serxwebûn ramaneke pir mezin e û parastina wê jî hest û kesayetiyeke mezin dixweze. Mustefa Kemal yekser dibêje, "eger serokekî bêje, miletê min mafê serxwebûnê naxweze yan jî ew ne hêjayî vî mafî ye, berî her kesî ew serok bixwe xwedî şeref û heysiyetê nîn e. Jiber ku serxwebûn heysiyet e û heysiyet jî bingeha kesayetiya min e."

Dema wî ev yek digot, hemî serkirde û rewşenbîrên tirk û osmanî dij wî derdiketin, heta ji bo kuştin û girtina wî jî gelek hewildan kirin û bi dewletên mezin yên dagirker re jî hevkarî dikirin.

A niha jî rewşa Mesûd Barzanî di rewşa Mustefa Kemalî de ye; rêxistinên mezin yên Kurd û gelek siyasetvan û serkirdeyên Kurd li dij Mesûd Barzanî radiwestin û dibêjin ku ew serxwebûnê bes bikar tîne û paşê jî dibêjin dema bikaranîna vî mafî nehatiye... Heyhat ev çawa dibe? Hem Mesûd Barzanî vî mafî naxweze û bes wek mesleheta xwe bikar tîne, hem jî dema serxwebûnê nehatiye. Gelî baqilan ev her du pêkve nabin. Jiber ku herdu jî derew in, bes weşartina bêxîretiyê ye, bêwêjdanîyê ye, ji hemiyan jî girîngtir, temsîla xeflet,delalet û heta xiyanetiyê ye, ku ev hersê peyîv yekser ji aliyê Mustefa Kemal hatibû bikar anîn. Lê Mustefa Kemal didît ku ramana serxwebûnê hestên xîretî yên miletên Kurd, Tirk û yên din têxe tevgerê û hat ji Erzurmê destpê kir. Bifikirin, Mistefa Kemal jî dizanîbû miletê Kurd xwedî xîret û heysiyetê ye û jiber vê yekê kongreyên xwe yên yekem bi kesayetên Kurd yên li Erzurum û Sêwasê pêk anî. Jiber ku ramana welat wek osmanî dihate fikirkirin û ew jî li dij dûwelên derve yên xirîstiyan bû, fikra serxwebûnê hem ji layê welatparêzî û hemjî olparêzî xwe xûya kir û Mustefa Kemal jî ev hêza mezin di rêya serxwebûnê bikar anî. Û paşê jî miletê Kurd firot, jiber ku wî serxwebûna miletê xwe plan kiribû, ew bixwe neyarê me bû.

Em werin ser îdîayen derewîn yên di derbarê Barzanî dihêtin kirin:

Em bêjin Barzanî ji bo dewletbûna Kurdistaneke Serbixwe parçeyên din feda dike. Yanê jî bo ku Kurdistaneke serbixwe ava bike û ew jî bibe kevser (şah, qeyser, padişah), parçeyên din feda dike. Yanê dîsa dewleteke me çê dibe û ew dewlet dikare di pêşerojê de parçeyên din jî bixweze û tevî xwe bike. Baş e, hin baqilan jî dibêjîn pyd serxwebûnê ava dike. Xwedê jê razî, ew bixwe dibêje ez dewlet naxwezim. Paşê navê federasyona xwe jî kiriye Federasyona Demokratîk ya Sûriya Bakûr û di ser de jî hem-partiyên xizmên wê yên wek wek pkk, pjak, hdp, dbp, pçdk, kck û hemî saziyên wê yê fermî û nefermî, hemî serkirde û rêberên wê û heta hin partiyên din yên di bandura wan de, wek Goran û hin layên Yêkîtî jî ketine bin hewildana vê çîrôkê:

Çîrok ev e: 
"Em dewleteke serbixwe naxwezin jiber ku em dizanin ku dewleta netewî ji bo gelan bê fayde ye û bi zirar e jî. Em dê bi tevî miletên tirk û ereb û faris konfederasyoneke demokratîk ya Rojhilata Navîn ava bikin. Yanê ev yek tê vê wateyê; em wan her çar dewletan demokratize bikin û gava ew demokratize bûn jixwe hewce nake em dewleteke cûda çê bikin. Em dê bi van re dewleta ûtopya ya xwe ava bikin. Ji bo vê armanca xwe dîsa bi van dewletan re hem şer dikin û hem jî peymanan çê dikin. Û peymanên wan jî ser hev veşartî ye. Mirov dikare evan niherînan red bike yan biparêze, lê ew bixwe vê ramanê diparêzin, ne bi tenê parastin, bi girtina serokê wan di sala 1999 û pê de jî ji bo parastina vê armanca xwe bi hezaran qurbanî jî dane. Lê gelo dawiya vê armancê heye yan tune ye? Ez dibêjim tune ye. Eslen caran ew jî wisa dibêjin, lê dîsa jî berdewam dikin. Berî wan ji me hemiyan zêdetir serxwebûnê diparastin. Lê hingî serokê wan hate girtin, ev teoriya ecêb avakirin, jiber ku ew di çar parçeyên welat de jî bi hêz in û ev teorî jî divê di her çar parçeyan de jî bi tesîr bibe ku Kurdistaneke serbixwe dernekeve. Lê mixabin (ji bo wan) li başûr rewşeke cûda derket û Kurd berev dewletbûnê diçin. Mînakeke balkêş bidim we: We heta niha bihîstiye ku Barzanî bêje, dewleta tirk, ereb û faris dewletên demokrat in. Eger hûn li dij Tirkiye şer bikin ev yek dê bibe xizmeta Îran û nizanim çi? Lê ew dibêjin, Qereîlan dibêje şerê dijî Îran xizmeta sudiyan û tirkan e. Duran Kalkan dibêje berî ku Kurdistana Başûr veqete, divê dewleta navendî ya Iraqê bihête bihêzkirin. Ji bo tirkiya jî heman tişt dibêjin. F. Yüksekdag li Riha dibêje em pişta xwe didin ypg û tê li meclîsê jî dibêje ku ey akp em dê vî welatî yanê tirkiya bi we nedin parçekirin. Xwedayê vê tevgera ecêb jî li Îmralî dibêje ypg temsîla ruhê eşme ye û eger hûn destek bidin min ez dê pêncî mílyon Kurd têxim xizmeta we. Eger hûn destek bidin min ez dê nehêlim li başûr dewleteke Kurd çêbe.
 

Belkî rojekê pkk, ypg ûwd. ew dê dewletekê ava bikin, heta çar dewlet jî çê bikin... Lê ev yek a niha ne armanca wan e û eger çêbe jî ne Kurdistan be. Belkî Bakûrê Sûriya, Rojhilata Turkiye, Rojavayê Îran û Bakûrê Irak navên federasyonên wan be. Binêrin ev hem dewlet nîn in hem jî Kurdistan nîn in. Bi şeweyeke din berdewama statuya a niha ye. Eslen ev plan jî ya kemalism, beasîsm, safevîsm e. Yanê CENTO ya teze. Yanê girêdana her çar parçe bi dewletên dagirker bi xwîna gêncên Kurd û bedîhewa.... Niha pirs bikim gelo kê xizmetkariya sîstema dagirkeriyê ya rûguhertî dike, kê xizmetkariya Kurdistaneke Serbixwe? Mesele bersiva vê ye, yên din tefarûat in...
Yanê mijar serxwebûn be, yên din tefarûat in. Tefarûateke bi gemar, bi lewt û bê rûmet...

[email protected] 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin