Mezlûm Kobanî ji bo Şingalê daxwaza 'rêveberîyeke xweser' kir

Mezlûm Kobanî ji bo Şingalê daxwaza 'rêveberîyeke xweser' kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk, Mezlûm Kobanî daxwaza rêveberîyeke xweser bo Şingalê kir.

A+A-

Fermandarê Giştî yê HSDê bi boneya şeşemîn salvegera êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û komkujîya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

Mezlûm Kobanî di twittekê de komkujîya Kurdên Êzidî li Şingalê bi bîr anî û got, “em bi hezaran kesên ku di fermana Şengalê de şehîd bûne û rihê xwe ji bo parastina wê feda kirine, bi bîr tînin û piştgirîya pêkanîna edaletê dikin.”

Mezlûm got, lêgerîna wan li dû wendahîyan jî berdewam e û ji bo ku careke din ew karesat dubare nebe daxwaza rêveberîyeke xweser bo Şingalê kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê wiha dibêje:“Ji bo wendahîyan jî, lêgerîna me berdewam e.Ji bo bobelateke din dubare nebe, divê Şengal bi awakî destûrî xwedî rêveberîyek xweser be.”

Roja 3`yê Tebaxa 2014`an, rêxistina têrorîst a DAIŞ`ê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatîyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piranîya wan nıkarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Berî êrişa DAŞ`ê ser Şingalê nifûsa Êzîdîyan li vê deverê 550 hezar kes bû. Di êrişên hovane yên li ser Şingalê de zêdetirî 400 hezar Kurdên Êzidî ji cih û warên xwe aware bûn ku beşeke wan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û beşek ji wan jî berê xwe dane derve. Tevî ku DAIŞ, li Iraqê hat jinavbirîn jî Kurdên Êzidî heta niha jî nekarîne vegerin ser mal û milkê xwe.

Ji sedî 65`ê Kurdên Êzidî yên ku li derveyî Şingalê ne hê jî nekarîne vegerin bajarê xwe. Beşek mezin ji wan li kampên li Duhokê dijîn

Parlementoya Kurdistanê par 3yê Tebaxê “Roja Komkujîya Êzidîyan” îlan kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin