Mezlûm Kobanî ji bo goristana li Efrînê bang li cîhanê kir

Mezlûm Kobanî ji bo goristana li Efrînê bang li cîhanê kir

.

A+A-

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD), General Mezlûm Ebdî (Kobanî), Tirkiye bi xirabkirina goristan “şehîdên parastina Efrînê” tometbar kir û ragihand, dixwazin bi “sextekariya rastiyan” wê goristanê weke “gora bikom” nîşanî cîhanê bidin.

Mezlûm Ebdî li ser hesaba xwe ya Twitterê wêne û videoyeke goristanê yên dema ku hêj Efrîn di kontrola hêzên Rêveberiya Xweser de bû, belav kirine û ragihandiye, hêzên Tirkiyê goristanek li Efrînê xirab kirine û piştre sextekarî di rastiyan de kirine û hewl didin wê weke goreke bikom bidin naskirin.

Di wêne û videoyan de bi başî xuya dibe, ku gor bi awayekî rêkûpêk û serûber hatine çêkirin, kêlên wan hene û nav û wêneyên kesên mirî li ser kêlê hatine daliqandin û hejmarek kes jî bi aşkere û bi roj di nav goristanê de dixebitin.

General Ebdî dibêje, “Hêzên dagirker ên Tirk goristana şehîdên ku di dema dagirkirinê de ji bo parastina bajarê Efrînê şehîd bûne, ji axê radikin, piştre jî sextekariya rastiyan dikin û wekî "goreke komî" pêşkêşî raya giştî ya cîhanê dikin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê ji bo rawestandina Tirkiyê bang li civaka navdewletî dike û daxwaz dike, xelkê Efrênê ji tawanên şer û dijî mirovahiyê bên parastin.

Mezlûm Ebdî dibêje, “Em bang li civaka navdewletî dikin ku demildest bikeve tevgerê da ku vê jenosîdê rawestîne û Efrîn û rûniştevanên wê ji tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê biparêze.”

Roja Çarşemê ajansa fermî ya Tirkiyê nûçeyek belav kir û ragihand, di dema karkirina trêksekê de li Taxa Nû ya bajarê Efrînê, 35 term di gorekê de hatine dîtin.

Di wêne û dîmenên ku vê ajansê belav kirine, tê dîtin ku term bi awayekê rêkûpêk û kifinkirî di nava kîsekê de ne û ne weke termê di nav gorên bi kom de ne ku term li ser hev di nav gorekê an çalekê tên veşartin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di twittekê de ev yek weke “tawaneke PKK-YPGê” nîşan daye, lê Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê Ibrahîm Şêxo di daxuyaniyekê de bo Rûdawê red kir ku ev goristaneke bikom be.

Ibrahîm Şêxo ku bi xwe xelkê Efrînê ye di dema êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de li Efrînê bûye, got: “Em wek Rêxistina Mafê Mirovan dibêjin ev goristan piştî êrişên Tiriyê û çekdarên Sûriyê yên girêdayî wê di sala 2018an de ji ber ku xelkê nekarin miriyên xwe li cihekê din veşêrin hate vekirin. Ew ne goreke bi komî ye, têde her kes hatine veşartin.”

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve û di encama êrişa Tirkiyê de, di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku Enqere piştgiriya wan dike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin