Mesûd Tek behsa bîranîneke Qasimlo dike: Dijminek pir e, hezar dost kêm in

Mesûd Tek behsa bîranîneke Qasimlo dike: Dijminek pir e, hezar dost kêm in

Min navê Qasimloyê nemir di salen 70’i de bihist, ku hingê li Bakurê hişyarîyekê netewi ya berfireh di nava xorten Kurdan bi hêz dibû. Di behs û gengeşîya me da navê Qasımlo jî dihat gotin. Lê bi nêzikê di salen 80’i de min ew naskir.

A+A-

 

Şehîd Qasimloyê, ku min naskir

Gelek spas amadekarê vê civînê û bo min serbilindî ye, ku beşdarê civîna hanê bibim û li ser Qasimloyê nemîr biaxivim.

Bê guman gelek maqale û pirtuk li ser kesayetîya şehîd Qasimlo, kar û xebat û bîr û bawerî û serokatîya wî hatîye nivîsin. Gelek lêkolin hatine çêkirinê. Her usa di gelek zankoyan da kar û xebata tekoşerê gernas û mamostayê demokrasî û dîplomasîyê bûye babeta teza doktora ye.

Bi kurtî Şehîd Qasimlo di hemu waran da ketîye ber bahs û lekolînê. Ji bona vê yêkê bo min gelek dijwar e, ku Qasimloyê nemirê bo qutabîyên wî, bo hevsengerên wî û bo dosten wî yên nezîk binasinim û bê guman gotarvanên dinê behsa babatên hanê wê bikin.

Ez dixwazim di axaftina xwe da bahsa Qasimloyê mirov û Qasimloyê, ku min naskirîye û dersên, ku ez ji xebata wî fêr bûme, bikim.

**

Min navê Qasimloyê nemir di salen 70’i de bihist, ku hingê li Bakurê hişyarîyekê netewi ya berfireh di nava xorten Kurdan bi hêz dibû. Di behs û gengeşîya me da navê Qasımlo jî dihat gotin. Lê bi nêzikê di salen 80’i de min ew naskir.

Pêyvendîya PSK ligel Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î), di salen 70’i da bi taybeti li Ewropa hatibû danin, Paş ruxana rejima Şahinşahî, heyetek ji partîya me çû Mehabadê, serdana PDK-Î kir. Ji hingê va peyvendîya herdu parti roj bi roj geş û bi hêztir bû.

Tê zanin di sala 1980’an da li Tirkîyê Kudutayê (derbeya eskerî) leşkerê çêbû û gelek welatparêz mecbur man an biçin Kurdistana Surîyê an jî Kurdistana Îranê, ku ez ber bi Kurdistana Rojhilatê ve çûm. Ne tenê ez gelek endam û kadr û bi rêvabirên Partîya me Partîya Sosyalist a Kurdistan berê xwe dane Kurdistana Îranê.

Piranîya axa Kurdistana Îranê hingê hatibû rizgar kirin û ji alîyê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) va dihat bi rêva birinê.

Hizb hamezê xwe ne tenê bo me, bo hemu tekoşerên Kurd, ku ji ber rejima leşkeri pena inabûn Kurdistana Îranê vekir.

Me di navçeyên azad da bingehe xwe ava kir. Beşdarê şoreşê bûn. Ligel kadrên sîyasi a PDK-Î bona hişyar kirin û rêkxistina gel kar kir. Ne tenê warê sîyasî her usa warê nizamîyê de me alikarîya peşmerge kir. Hevalên me di şere Caddeye Piranşar-Serdest û Şerê çeterê ya bin nav û deng da şan bi şanê Pêşmerge şer kirin, hevalêk me şehid bû, ku ev yêka hanê yek ji serbilindîyê partîya me ye.

Ji salên 1981 vir de ji ber kar û baran me gelek caran serdana Polit Buroya PDK-Î dikir. Di her serdanê me da, me Şehid Qasimlo ji didit û ligel wi giftugo û sohbet dikir.

**

Nasnameyê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ya îro, berhema xebata Qasimloyê nemîr e. Wekî eyan e PDK-İ paş ruxana Komara Kurdistan û şehîd kirina Pêşava Qazî û hevalên wî tuşî qeyrana nasnameyî bibû. Gelo PDK-İ beşekê partîya TUDEH e, an jî Partîya Demokrata Kurdistan (Başur) e? Di encama kar û xebata Qasimlo û hevalen wî, PDK-Î bûye partîyekê serbixwe û Kurdistanî û nasnameyê, ku îro heye bi xwe ve girt.

Dersê dinê, ku ez Qasimloyê nemîr fêr bûme parastina îxtîyara biryara sîyasî dayin e. Zirufê navçe û Kurdistanê, li partîyen Kurd, bi taybetî li partîyên ku xebata çekdarî dikin ferz dike, ku pêyvendî bi dewletên cîran daynin, ku her yek ji wan dewletan jî beşekê welatê me dagir kirine.

Ev yêka hanê tiştekê siruştî ye. Lê tiştek, ku ne siruştî ye ev e, ku partîyan îxtîyara bîryar dayinê bidine destê bîyanî û bi gor daxwaza qaşo “dost” tevbigerin. Şehîd Qasimlo derheqa babeta hanê da digot: “neyarek ku îro alikarîya te dikin, her dijmin e” (mebest dewletên dagirker e, ku ligel dagîrkerekê dinê ya Kurdistanê nakok e û bona berjewendîya xwe alikarîya partîyekê Kurd dike), “dost hene, îro alîkarîya te nekin jî, her dost in”, (mebest dewletên sosyalîst û pêşkevtînxwazên vê demê bûn, ku derheqa pîrsa Kurd da bê deng bûn lê dost û hevpeymanê stratejîk ya tevgera Kurd in).

Qasimloyê şehîd hertim digot partîyên Kurdistanê dikarin ligel dewletên ciran, ku her usa dewletên dagîrker in, pêyvendî deynin, lê belê nabe baca pêyvendîya hanê tevgera azadîxwaza vê perçeyê bide.

Qasimloyê nemîr gelek girîngî dida piştgirîya navnetewî û gelek hewl da, ku hêzên demokrat û azadîxwazen cihanê palpiştî tevgera azadîxwazê Kurd bin. Di her derfetek da digot “dijminek pir e, hezar dost kêm e.” Digot divê em hewl bidin neyarên xwe kêm bikin, dostên xwe zêde, ger dost nebin jî, bila bê teref bin an jî nebine neyarê tund.” Bona vê yekê jî alîgirê dîyalog bû, gelek girîngî dida dîyalogan.

Dersek, ku ez ji şehîd Qasimlo hîn bûm, derheqa demokrasîyê bûn. Hingê ez sosyalîstê tund bûm. Min/me digot divê em bona demokrasîye jî xebatê dikin. Li ba min/me sîstemê demokrasî nirxekê burjuvazî bû û demokrasîyê li ser rîya sosyalîzmê qanaxek bû. Dîktatoryayê proleterya li ba me ji demokrasîyê herî kamîl û pêşketî baştir bû. Lê belê gava Şehîd Qasimlo digot “demokrasîyê xirap ji dîktatoryayê baş çêtîr e”, di destpêkê da me qebul nedikir û digot çawa tiştê usa dibe? Lê belê ez hêdî hedî têgihiştim, ku şehîd Qasimlo rasttir e û divê xebat bona demokrasîyê bibe sutunek ji bona xebata azadî û serbestî ye.

Ligel vê yekê Qasimloyê nemîr hertim bo me digot “belê rast e îro li Tirkîyê kuduta hatîye çêkirin rejîmê leşkerî heye. Lê belê anegorî İran Tirkîyê welatekî demokratîk e û qedrê vê tiştê bizanin û ji bona berfirehtir û cîgirtir bûna demokrasîyê jî kar û xebat bikin.

Qasimlo giringyeke taybeti dida tevgera kurd li Tirkîyê. Digot berê Tirkîyê li Rojava ye, Tirkîyê dixwaze bibe endame Yêkitîya Ewropa û bona vê yêkê jî mecbur e hinek reforman çêke. Ku, ev yêka hanê bona tevgera Kurd li Bakurê derfet e. Divê tevgerê Kurd ji tund û tijîyê dur bisekine, giringi bide xebata demokrasi û diplomasîyê li Ewropa.

Li ba Qasimloyê şehîd hevkarî û dîyaloga partîyên seranserê Kurdistanê gelek girîng bû. Lê belê ev her usa bi tundî dijî vê yêkê bû, ku parçeyek tedaxulê kar û barên perçeyê dinê bike û xwe li ser parçeyên dinê bisepine. Qasimloyê nemîr hemu alîyên sîyasîyen Kurdistanê wekî bira didit û digot “em hemu ne dostê hevudu ne, em hemu birayê yekudu ne. Ji ber ku meriv dostê xwe hildibijerê lê belê nikare birayên xwe hilbijere.

Dersek, ku ez jê fêr bûme girîngî dayîna pêyvendîya tevgera azadîxwazîya Kurd ligel tevgera demokrasî û guhartina gîştî a welat, ku Kurd têda dijî. Bona vê yêkê şehîd Qasimlo gelek giringî dida tevgera dijberê rejîma Îranê û ez şahîdê vê yêkê bûm, ku HDK-Î bê cudayî çawa alikarîya partîyên dijberê rejîmê dikir, ku bi neçarî hatibûne Kurdistana Rojhilat û li vê binke danî bûn.

Qasimlo carna jî ji bê dengîya bîrûrayê navnetewî aciz dibû gazinda dikir û digot “du dostên me hene, gelê me û çîyayên me.” Lê em hemu baş dizanin, ku Qasimloyê nemîr, ligel qazinca hanê her usa di warê navnetewî da bona peyda kirina dost û alîkar bo xebata azadîyê, gelek kar kirîye û xebata hanê bo Qasimloyê nemîr yek ji mercên serketinê ye. Îro eğer gelek karbidestên dewletên Rojava, serokên partîyên desthilatdar dibêjin,“ne tenê çîya em jî dostê Kurd in”. Bê guman bandora xebata Qasimloyê nemîr di gotina hanê mezin e.

Qasimloyê hertim digot em şer naxwazin, şer li me hatîye sepandinê. Şehîd Qasimlo her tim xwestîye, ku pirsa Kurd bi şiklê aşitî û bi rêka dîyalogê were çareser kirinê, evê rejîm e, ku bi tank û top êrîşê ser gelê Kurd dike û gelê Kurd jî bona parastina hebûna xwe, bona parastina welatê xwe mecbur maye, ku çek hilgire û şer bike.

Qasimloyê nemîr digot giftugo ligel rejîm beşekê girîng a xebata azadîyê ye, mêzê giftugo jî wekî çîya, wekî zanko, wekî kolan û karxane meydana xebatê ne. Xebat li çîya û banî Kurdistan, li deşt û zozan, li kuçe û kolan, li zanko û karxana têne kirinê lê di axirîyê da herdu alî li ser mêzê rudinin û pirs li ser mêzê giftugo tê çareser kirinê. Xwe jî li ser mêzê giftugo hatîye şehîd kirinê, ku ev yêka hanê nişan dide, ku Qasimloyê nemîr çiqas li ser û boçunên xwe mîcîd e, pêgir e. Şehîd Qasimlo li ser bîrûbawerîya çiqas pêgîr bû evqas jî ji tundrewîyê dur bû, sazişkar nebû sazgar bû.

Bi gor min ligel ew hemu xisusîyetên xwe ve, Qasimloyê nemîr wekî me mîrov bû. Ustureyî nebû ji ezmanê nehati bû. Yên ku gelek bandor li ser min kir, xakî bûna Qasimlo bû, ligel zarokan zarok bû, bi zarokan ve sohbet dikir, ku yek ji wan zarokan qiza min bû.

Qasimloyê nemîr yarîker bû, hanek dikir. Rugeş bû, min her tim wî bi rukenî dîdit. Ji xwe nişan dayin (show) dur bû. Hingê li cîya serokên partîyên dinê bi 40-50 Pêşmergeyên parêzvan ve digerîyan, Qasimloyê nemîr jî bi 5-6 Pêşmerge va.

Qasimloyê mîrov wekî hemu mirovan ji kemasîyê xalî nebû.

Gotina Rusan heye, ku dibêjin “helo (Qertal) carna heya mustevayê firina mîrîşk nizm difire, lê bêlê mirişk çu caran nikare qasê qertal bilind bifire.

Qasimloyê şehîd li esmanê Kurdistanê qertalê berz firîn e û her usa jî bimîne.

Dubare spas dikim.

17.02.2020

Gotarê min e, ku min di 17.02.2020an da, dı merasîma da ku, bona 30mîn salvegera şehid bûna Qasimlo, ji alîyê Enstîtuya Kurd li Parîs li Senatoya Franse hatibû amadekirinê, pêşkêş kirîye.

Mesud Tek (Sekreterê partîya PSK)

Avesta Kurd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin