Mesûd Barzanî Yêkîtiya Afretên Kurdistanê pîroz kir

Mesûd Barzanî Yêkîtiya Afretên Kurdistanê pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 66emîn salvegera damezirandina Yekitiya Afretên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand û got, “Cihê destê jinan di serkeftinên hêzên Pêşmerge de diyar e.”

A+A-

 

Peyama Serok Mesûd Barzanî wisa ye:

 

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Bi helkefta 66. salvegera damezrandina yekîtiya we Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê hevmilê rol û erkê girîngê çespandina mafên jinane û dîrokeke pir bi şanaziyê jî li xebata neteweyî û niştimanî ya li serdema çiya û piştî raperînê de jî hebûye û li serweriyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî rol û cihê destê wan diyare.

Bi piştrastîn rêxistina we Yekîtiya Afretên Kurdistanê li paşarojê de dibê beşek ji fakterên berev pêşveçûna civakê û kar li ser perwerdeyekî dirust û xebatekî serdemiyane dike.

Dûbare pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin