Mesrûr Barzanî: Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ji aliyê navdewletî ve tê nasîn

Mesrûr Barzanî: Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ji aliyê navdewletî ve tê nasîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga derçûnê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê bû.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga derçûnê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê bû û gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand; Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ji aliyê navdewletî ve tê nasîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de spasiya endamên desteya zanîngehê û karmend û mamostayên zanîngehê kir û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xwendekarên derçûyên salên 2020-2021ê kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez bi rûmet im ku amade me û şahidê serketina we me. Ez pesnê xebatên we didim ku hûn li hember astengên pandemiya Koronayê bi ser ketin û perwerdeya xwe domandin.”

Herwiha destnîşan kir: “Ji Sibata 2020an ve hûn li ser xwendina xwe û wergirtina dersên xwe bi rêya online, berdewam bûn. Ez kêfxweş im ku xwendin bi awayekî serkeftî li vê zanîngehê birêveçû û bûye modêla ku zanîngehên din jî bi vî awayî xwendinê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku xwendekaran hewl dan bi belavbûna pandemiyê re bi awayekî xwebexş bixebitin û alîkariya hejaran bikin ku bûne modelek ji bo lidarxistina gelek kampanyayên cuda û beşdarbûneke wan a çalak hebû û serdana cihên ciyawaz dikirin û projeyên xwebexşî û xêrxwazî encam dan.

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Tevî hebûna Koronayê karîn gelek projeyên serkeftî pêk bînin ku ji bo wan bûye xaleke mezin.  Herwiha ew sîstema elektronîkî ya ku wan damezrand ji bo ku xwendekar sûdê ji pirtûkxaneya zanîngehê werbigrin û xwendina xwe bidomînin û karîn gelek projeyên biçûk ên bazirganî pêk bînin. Derçûyên zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê hewl dan ku li ser asta Iraqê beşdarî di pêşbirkeke zanistan de bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa damezirandina zanîngehê kir û got: “Berî çend salan dîtineke min hebû, bo saziyek me ya akademîk hebe û bibe egerê zêdekirina kalîteya xwendin, perwerde, kalîteya jîyanê û dirustkirina serkirdeyan ji bo paşerojê û kesên xwedî nêrîn dirust bin, da ku bikaribin çalakîyên dahênanê encam bidin, ligel wê jî bikarin bibin komeke lêkolînên zanistî pêşkêş bikin.”

Herwiha got: “Di rastiyê de, rewangeh û kêlîka avakirina zanîngehê di dema şerê DAIŞ'ê de bû, dema em di şer di bûn, li kêleka wêrekiya Pêşmerge û li jêr serkirdatiya Serok Barzanî ku şerê DAIŞ'ê dikir, li vir ev avahî anku avahiya Mistefa Barzanî hat avakirin û di sala 2014'an de hat temamkirin. Nifşekî nû yê akademî hat avakirin. Ev nifş, baştirîn hêz û çek e ji bo bikare di hemû astan de şerê pêşkeftinê bike.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin