Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Cewad Salih Newroz dike

Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Cewad Salih Newroz dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Pêşmerge û nivîskar Cewad Salih Newroz (Hakim Cewad) peyameke hevxemiyê arasteyî malabata wî kir.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Pêşmerge û nivîskar Cewad Salih Newroz (Hakim Cewad) peyameke hevxemiyê arasteyî malabata wî kir.

Di peyama Serokwezîr de hat, bi mixabinî me nûçeya koça dawiyê ya Cewad Salih Newroz yê bi navê (Hakim Cewad) tê nakirin bihîst. Pirse û serxweşiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên wî dikin. Hêvîdar in xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bibexşe malbata wî.

Cewad Salih Newroz xelkê Riwandizê ye û ji bilî ku Pêşmerge bû, wek nivîskar çend pirtûkên çapkirî û çendîn gotar li rojname û kovaran jî belav kiriye. Sala bûrî jî pirtûkek derbarê dîroka Riwandizê belav kir û îsal jî mijûlî çapkirina çend pirtûkên din bûbû.

Cewad Salih Newroz sala 1957an li Riwandizê jidayik bû, sala 1983-1984an kolîja yasa û ramyariyê beşê yasa li zanîngeha Bexdayê bidawî kir û bawernameya bakaloryos bidest xistibû. Sala 1984an bû Pêşmerge û sala 1989an endamê Desteya Demezrêner ê Yekîtiya Mafperwerên Kurdistanê li çiya bû.

Cewad Salih Newroz demekê dadwerê şoreşê bû, çend salan jî Rêvebirê Nahiya Riwandiz û Rêvebirê Nahiya Balîsan bû û roja Duşemê 26. 8. 2019an koça dawiyê kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin