Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka bi Bexdayê re ne tenê budçe ye

Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka bi Bexdayê re ne tenê budçe ye

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî civîna ligel Encûmena Wezîran û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 10ê Sibatê li Hewlêrê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Mesrur Barzanî di civînê de li ser pêşhatên dawî û pirgirkên navbera Bexda-Hewlêr bersiva pirsên rojnamevanan dide.

Serokwezîr Barzanî li ser kêşeyên navbera Iraq û Kurdistanê got, pirsgirêka ligel Bexdayê ne tenê budçe ye.

Serokwezîr Barzanî li ser pirsa budçeya Kurdistanê ya 2021ê di nav budçeya Iraqê de wiha axivî:

 “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn carin serdana Bexdayê kirine, ji bo bigihin hevtêgihîştinekê li ser budceya Iraqê û pişkê Herêma Kurdisanê ji wê budceyê. Em dizanin ku Iraq di rewşeke aborî ya neasayî re derbas dibe û me daxwaz kiriye ku ew budce hem xelkê Iraqê û hem xelkê Herêmê jê sûdmend bin.”

Mesrûr Barzanî bibîr xist ku ew dixwazin pirsgirêkên ligel Bexdayê bên çareserkirin û got, “Pirsgirêkên Herêmê bi Hikûmeta Federalî li Bexdayê re, ne tenê pirsgirêka budceyê ye. Pirsgirêkên me yên din hene wek: Hîna madeya 140 ya destûrê cibicî nebûye. Babeta Pêşmerge heye, ew jî nehatiye cibicîkirin. Navçeyên nakokî li ser hene, hîna nehatine cibicîkirin. Em dixwazin wan pirsgirêkan wek pakêcekê bi Hikûmeta Federalî re bigihin çareseriyekê.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Daxwaza me ew e, divê ev budce li gor destûrê û zelal be û mafên darayî yên her aliyekî li ber çav bê girtin. Yek ji pêşniyazan ew bû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî rêk bikevin ku Herêm rojane 250 hezar bermîl petrol ligel nîvê dahatên federalî yên ji Herêma Kurdistanê tên radest bike, li hemberê jî Hikûmeta Federalî pêwîstiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.”

Barzanî da zanîn: “Ji ber ku pirsa budceyê rojev e, ewê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dadkokiyê li ser dike ew e, rêkeftina ku ligel Hikûmeta Federalî encam daye ye. Lê hin dibêjin divê Herêma Kurdistanê hemû dosyaya petrolê radest bike, ev jî ne xaleke destûrî ye, ji ber ku di destûrê de mafên Herêma Kurdistanê diyarkirî ne. Em bi ti carî qebûl nakin ku mafên destûrî werin binpêkirin.”

Serokwezîrê Kurdistanê da xuyakirin, “Hin pêşniyazên din hene, ez naxwazim bikevin nava hûrgiliyên wan, ji ber ku şandeke me ya taybet ji bo guftûgokirinê ligel Hikûmeta Federalî heye, ez wan xalan ji wan re dihêlim ku heta niha negihîştine armancekê û hîn guftûgo li ser tên kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Tekez kir: “Pirsgirêka me ne tenê budce ye, gelek pirsgirêkên siyasî û destûrî hene ku hêvîdar im li ber çav were girtin, ji ber ku ew xal asankariyê ji bo rêkeftineke sertaserî di navbera Hewlêr û Bexdayê bê kirin. Bêguman cibicîkirina madeya 140, bidawîanîna hemû pirsgirêkên li wê herêmê bê çare mane, bi nerîna min pêngaveke gelekî cidî divê ji bo nêzîkkirina aliyan.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Dixwazim spasiya hemû aliyên Kurdisranî yên piştevanî li mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kirine bikim. Ewên ku postên wan li Bexdayê hene dizanin ku nirx û pêgeha wan ji Kurdistanê tê”

Di berdewamê de destnîşan kir, “Mixabin, dizanin ku niha keşûhewayeke hilbijartinan li Iraqê li pêş me ye, vê yekê bandor li ser guftûgo û danûstandinan kiriye. Cihê mixabiniyê ye, ji ber ku em li bendê bûn ku aliyên siyasî yên Iraqê hevrikiya hev bikin û aliyê zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, dengê zêdetir ên welatiyên Iraqê bi dest bixe, lê mixabin, hin dibînin ku ew alî bi dijayetiya Herêma Kurdistanê dixwazin dengên welatiyan bi dest bixin. Ev peyameka metirsîdar û ne rast e û divê bi tu awayekî neyê kirin. Li hember vê yekê em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku mijara lihevhatina giştî, pêkvejiyan, rêzgirtina li destûrê û gerentîkirina mafên destûrî ji bo hemû gelê Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê divê bibe bingehek ji bo gihîştina destkeftên ku em dixwazin di hilbijartinan de bidest bixin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin