Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mike Pompeo kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mike Pompeo kir

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kiriye.

A+A-

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di civîna li gel Wezîrê Derve yê Amerîka, Mike Pompeo de daxwaza rêkevtineke nû ya jihevfêmkirinê di navbera Amerîka û Kurdistanê de kir.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa pêvajoya nû ya têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û anî ziman ku destûr bingeh û serçaveya yekane ya çareseriya hertimî ya tevahiya kêşeyane.

 

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Barzanî dilgiraniya xwe anî ziman û hêviya vê yekê xwest, ku bi çareseriya aştiyane, tevahiya eger û metirsiyên şerê wêranker werin jinavbirin.

 

Di berdewamiya civînê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pempeo jî tekezî li ser berfiretir kirin û bihêztir kirina têkiyên navbera Amerîka, Kurdistan û Îraqê kir û pêbend bûna Amerîkayê jî ya bi parastina ewlekariya deverê diyar kir.

 

Mike Pempeo rola Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de bi roleke bi bandor wesif kir û xwesteka welatê xwe ya bo hemahengiya du alî ya bi mebesta pêşîgirtin ji serîhildana metirsiyên terorîzmê li deverê de diyar kir.

 

Pempeo herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember pêşveçûnên heyî yên di têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û hêviya vê yekê xwest ku bilez derfeteke baş bo qonaxên avedankirin û pêşdebirina seraserî were afirandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin