Mesrûr Barzanî: Kurdistan bûye wargeheke aram li herêmê

Mesrûr Barzanî: Kurdistan bûye wargeheke aram li herêmê

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mesrûr Barzanî beşdarî paneleke Diyaloga Mename 2021 ya li welatê Behreynê bû. Serokwezîr Barzanî tekez kir, Herêma Kurdistanê li herêmê, bûye wargeheke aram.

Mesrûr Barzanî di panelê de. derbarê Heşda Şeibî de got, Heşda Şeibî ne saziyeke yakangîr e û destnîşan kir, hemû pêkhateyên di nava Heşda Şeibî de, derveyî yasayê ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî abal kişand ser aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistanê û diyar kir, Herêma Kurdistanê li herêmê, bûye wargeheke aram û li ser asta herêmê û divê kar ji bo aramiyê berdewam bikin.

Serokwezîr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de got: "Li Rojhilata Navîn pêwîstiya me bi peykerbendiyeke nû ya ewlehiyê heye, pêwîst e welatên herêmê Îran jî di nav de, di nava peykerbendiya ewlehiya nû de bin."

Mesrûr Barzanî herwiha got: "Nebûna dadperwerî û seqamgîriya aboriyê, sedema berdewambûna metirsiyên DAIŞê ne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin