Mesrûr Barzanî: Daxwaza min ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan heye û em bi Bexdayê re gihîştine rêkeftinek destpêkê

Mesrûr Barzanî: Daxwaza min ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan heye û em bi Bexdayê re gihîştine rêkeftinek destpêkê

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê ji balyoz û nûnerên welatan re tekezî li ser pêşkeftina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û derbarê pirsgirêkên navxweyî jî de ragihand, “Bê guman niyza û daxwaza min heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 40 nûnerên 83 welatan ahenga pêşwazîkirina cejna Newrozê û serê sala Kurdî li çiyayê Korekê hat lidarxistin.

Serokwezîr di gotarekê de ji balyoz û nûnerên welatan re got: “Ji bo pejirandina vê vexwendinê, we gelek spas dikim. Ez gelek kêfxweş im ku em mêvandariya bikim ji bo pîrozbahiya Newrozê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa Newroz û bîranînê Adarê kir û got: “Newroz ji bo me gelek wateyên wê hene û di vê mehê de gelek bûyerên xweş û nexweş hene. Newroz, tê wateya serkeftina ronahiyê bi ser tariyê. Serketina hesinkar bi ser zordariyê ye. Serkeftina gelekî bi ser stemê de ye. Newroz destpêkeke nû ye. Ew salek nû ye. Ez salek baş ji we re dixwazim û Newroza we jî pîroz be.”

Her wiha amaje bi têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got: “Ez kêfxweş im ku dibêjim ku piştî gelek civînan di navbera Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û hevtayên me yên di Hikûmeta Federal de, em gihiştin hin peymanên destpêkê.”

Mesrûr Barzanî: “Di civîna min a dawîn de bi Serokwezîrê Hikûmeta Federal re, em rêkeftin ku pirsgirêk û cûdahiyên xwe biguhezînin bo derfet ku gelek pirsgirêkan çareser bikin û plan bikin ka em çawa ber bi pêş ve biçin û hevahengiyê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez pir geşbîn im ku em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û ji bo wan pirsgirêkên ku li ser budceya an yasaya neft û gazê, ewlehî û gelek warên din hene, em dikarin bi hev re bixebitin û xizmeta tevahiya Iraqê bikin.”

Di derbarê pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir, “em hewl didin ku van pirsgirêkan çareser bikin, bi taybet di vê boneyê de ku piştî du rojên serê sala nû ye, dê daxuyaniyek min hebe. Di daxuyaniyê de ez ê destnîşan bikim ku em bi me xweş e Cîgirê Serokwezîr û tîma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî vegerin Encûmena Wezîran û Encûmena Wezîran bikin cihê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Her wiha got: “Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin, eger niyaza me û daxwaza me hebe. Ez bê guman dikarim ji we re bibêjim ku niyaz û daxwaza min ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan heye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin