Mesrûr Barzanî: Daxwaza me ji hemû aliyan serweriya axa me biparêzin

Mesrûr Barzanî: Daxwaza me ji hemû aliyan serweriya axa me biparêzin

.

A+A-

Bi amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve merasîma ragehandina îdareya serbixwe ya Zaxo birêve çû.

Îro 20.09.2021ê demjimêr 11:00ê bi merasîmeke amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma îdareya serbixwe ya Zaxo birêve çû. Di merasîmê de Mesrûr Barzanî pêşkeş kir û ragehand, em li Zaxo ne ku soza Serok Barzanî bicîh bînin û wî bi ragehandina îdareya serbixwe ya Zaxo dilê wî xweş bikin.

Barzanî got, ez gelek keyfxweşi ku îro li gel we li vê derê amade me. Lê vê carê em hatine dilê cenabê serok Barzanî xweş bikin. Berî naha cenabê serok soz dabû we ku Zaxo bike îdareyekî serbixwe, îro em lêre soz û peymana cenabê serok ji bo bicîh bînin û îdareya serbixwe ya Zaxo û koordînatorê wê ragehînin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got, îdareya serbixwe ya Zaxo li we hemûyan pîroz be û hêvîdarim îdareyekî xizmetkar be ji bo malbatên şehîd û Pêşmerge û hemû xelkê deverê, destpêkek û qonaxeke nû destpê bike, ku zêdetir xizmeta we xoşteviyan em bikin.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Şehîdên Zaxoyê li hemû axa Kurdistanê xwîna xwe rijandine ji bo parastina Kurdistanê û rizgarkirina Kurdistanê, loma em hemû deyndarê xelkê Zaxoyê ne.”

Barzanî eşkere kir: “Dibe ku bi îdareyeke serbixwe, ji aliyê gelek xizmetguzariyan ve baştir xizmet were kirin, weke hûn dizanin devera Zaxoyê devereke berfireh e, ji bo pêkanîna îş û karên îdarî çûna Duhokê, dibe ku hinek zehmet be, ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê ji bo wê yekê ye ku hêsankariya zêdetir ji bo xelkê vê deverê were kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Divê mafê xelkê Zaxoyê bo xelkê Zaxoyê vegere, dahata Herêma Kurdistanê bi awayekî yeksan bi ser hemû welatiyên Herêma Kurdistanê de were dabeşkirin, bêguman weke diyar e, heqê xelkê Zaxoyê weke xwe nehatiye dayîn, ji ber vê yekê biryara me ew e ku em bikarin heqê xelkê Zaxoyê vegerînin û xizmetguzariyên pêwîst werin cîbicîkirin. Ez ji îdareya nû daxwaz dikim ku bi hemû cûre xizmeta xelkê xwe bike.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Devera Zaxoyê ji aliyê geştûguzariyê ve devereke ciwan û xweş e, lê belê mixabin ji ber hebûna PKKê di dema borî de, ku bûye serêşî, nişteciyên gundan û welatiyên deverê nikarin vegerin gundên xwe. Daxwaza me ji hemû aliyan ew e ku serweriya axa me biparêzin, rêz li zehmetî û xebata xelkê me bigrin, rêz li xebat û qurbanîdan û şehîd û xwîna şehîdan bigrin, ev ax bi xwîn hat rizgarkirin, ev welat bi xwîn hat rizgarkirin û me gelek zehmet ji bo vê kişand, îro nabe ti kesek mafê wê yekê bide xwe ku destdirêjî li ser vê axê bike an zehmetî ji bo xelkê me çêbike, em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin. Em ji wan daxwaz dikin ku ev serêşî bes be û xelkê me vegerin ser ax û ava xwe, da ku em jî weke hikûmetê bikarin xizmeta wan gund û deveran bikin, ku heta niha nekarîne ava bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişande ser wê yekê ku dema hilbijartinên Parlamentoya Iraqê nêz dibe û diyar kir: “Rast e, ev hilbijartin ji bo Parlamentoya Iraqê ye, lê hilbijartineke çarenûssaz e, ji ber ku biryar li parlamentoyê têne dayîn û bandor û girîngiya wê li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî heye. Ev nûnerên ku têne hilbijartin ji bo Parlamentoya Iraqê, ji bo nûnertiya Herêma Kurdistanê bikin, divê beriya her tiştî bîr li wê yekê bikin ku berevaniya mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin