Merasîma termê parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî

Merasîma termê parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî

.

A+A-

Termê parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî geheşt paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê û bi merasîmekî pêşwazî lê hate kirin.

Piştî duh li nexwaşxaneyekî paytexta Tirkiyê Enqerê parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî koça dawî kir, termê wî îro 19.11.2020ê bi rêya balefirgeha Hewlêrê ve geheşt paytexta herêma Kurdistanê.

Firset Sofî dayîkbûyê sala 1978ê yê gundê Gezne ya sînorê qeza Çomanê ye û 12 Îlona 2019û wek parêzgerê Hewlêrê destbikar bû.

Firset Sofî xwedî doktoraya yasayên navnetewî bû û demekî jî li zankoya Selahedîn û zankoya polîteknîk a Hewlêrê mamostayê zankoyê bû. Piştre bû parlamenterê Kurdistanê ser bi fraksiyona PDKê. Yekem endamê Parlamentoya Kurdistanê bû ku mûçeyê malnişîniyê red kir û vegeriya ser karê xwe yê berê.  

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin