Mehmûd Ahmedînecat hate girtin

Mehmûd Ahmedînecat hate girtin

Rojnameya El-Quds El-Arabî îddia kir serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînecad bi îdîaya ku xelkê li hemberî rêvebiriyê gur dike hat girtin.

A+A-

Mehmûd Ehmedînecad di serdana xwe ya li bajarê Bûşehr ku dikeve rojavayê Îranê de ragihandibû ku hinek rêvebirên heyî li hember pirsgirêk û fikarên gel hişyar nînin û ev rêber derbarê rastiya civakê tu fikrekî wan tuneye.

Ehmedîncejad di berdewamiya axaftina xwe de gotibû: "Min ji rêvebiriya Serokomar Hesen Rûhanî pir kişandiye. Rûhanî vê xakê wek a xwe û gel jî nezan dibîne."

Rojnameya El-Quds El-Arabî ku navenda wê Londona paytexta Îngîltereyê ye li gor nûçeya xwe ku dispêre jêderên bi ewle yên Tehranê, serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînecad bi îdîaya ku xelkê li hemberî rêvebiriyê gur dike hat girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin