Medya Tirkiyê Kurdbûna jina Kurd veşart

Medya Tirkiyê Kurdbûna jina Kurd veşart

.

A+A-

 Jineke Kurd û jineke Tirk li Holandayê postên wezîrtiyê wergirtin, lê medya Tirkiyê peyva Kurd bikar neanî û wek ji “netewên din” pênase kir. Şirovekarê Medyayê Faruk Bildirici jî rexne li vê helwesta medya Tirkiyê girt.

Şirovekarê Medyayê Faruk Bildirici rexne li medya Tirkiyê girtin ji bo nivîsandina nûçeya Dîlan Yeşilgoz a Kurd a ji Dêrsîma Bakurê Kurdistanê ku li Holandayê bû Wezîra Dadê.

Li Hollandayê di kabîneya nû ya hikûmetê de Dîlan Yeşilgoz a Kurd wek Wezîra Dadê dest bi kar kir û Gunay Uslu ya Tirk wek Wezîra Çandê dest bi kar kir. Lê medya Tirkiyê ji dêlva neteweya Dîlan Yeşilgoz wek Kurd binivîsînin, wek ji “neteweyên din” an "Tirk" nivîsandin.

Faruk Bildirici rexne li helwesta medya Tirkiyê girt û got: “Medya nizane çawa her du jinên ku yek Tirk û yek jî Kurd bû û li Hollandayê bûn wezîr pênase bike. Medyayê peyvên `bi esil Tirk`, `bi esil Tirkiyeyî`, `Tirkiyeyî`, `du Tirk` bikar anîn.”

Bildirici, herwiha rexneyên tund li rojnameya Takvimê girtin ku her du wezîrên jin wek “Du jinên wezîr, yek Tirk û yek ji neteweyên din” pênase kirin. Bildirici dibêje, Gunay Uslu ji bajarê Afyonê ye û Tirk e, lê Dîlan Yeşilgoz ji Dêrsîmê ye û Kurd e, “Ne rast e keseke nasnameya wê ya neteweyî Kurd be, wek Tirk bê pênasekirin. Diyar e tenê ji bo nebêjin `Kurd` ev peyv hatiye hilbijartin.”

Bildirici got: “Lê di rojnamevaniyê de, eger mirov li dijî kiryar, xeta siyasî û nêrînên mirovekî be nabe mirov derbarê wan de rastiyan berovajî bike. Eger kesek Kurd be, mirov li şûna Kurd binivîsîne bi awayekî heqaretwarî `jina wezîr a ji neteweyeke din` binivîsîne ne rojnamevaniyeke objektîv e. Eger bibe bibe mirov dikare bêje `rojnamevaniya mîlîtanî (tekoşerî) ye`.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin