Medya fermî ya Rûsya: Tirkîye piştgirê El-Nusra ye!

Medya fermî ya Rûsya: Tirkîye piştgirê El-Nusra ye!

Medya Rûsya di nûçeyên xwe de zêdetir mijara piştgirîya Tirkîye bo El-Nusra û nêzîkahîya wan tine rojeva xwe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Medya Rûsyayê, piştî krîza Idlibê, ku 8 serbaz û sivîlên Tirk hatin kuştin û ligor berpirsên Tirkîye 76 serbazên rejîma Sûrîye hatî kuştin, bi awayek berfereh liser rewşa Idlibê radiweste. Medya Rûsya di nûçeyên xwe de zêdetir mijara piştgirîya Tirkîye bo El-Nusra û nêzîkahîya wan tine rojeva xwe.

Her du Ajansen fermî yên Rûsyayê RIA Novosti û TASS, herweha malpera fermî ya Wezareta Bergirî ya Rûsyayê  jî di nûçe û nivîsên xwe de dîyar dikin, ku: “Dîl ên ji El Nusra tînin ziman, ku hevkarîya Tirkîye ligel rêxistinê heye”.

Heman demê Ajansa Federal a Nûçeyî, ku nêzîkî Kremilê ye, jî nûçeyek balkêş weşand:

Sernivîsa nûçeyê weha ye: “Em rêya terorê ji Tirkîye heta Libyayê eşkere dikin”.

Di nûçeyê de tê nivîsandin, ku: “Çekdarên El-Nusra yên dîl eşkere dikin, ku di avakirina El-Nusra de rol a sereke ya Tirkîye heye. Kesek bi navê Mehmûd El Necîm dibêje, ku revîya ye Tirkîye, lê li Tirkîye bi zorê berê wî da ye El-Nusra, malbata wî jî wekî dîl di destê wan de bûye”.

Dîl ek din bi navê Ebdulezîz got: Min di grûpên cuda de şer kir. Ehrer El Şam, Artêşa Azad a Sûrîye, Grûpa Zengî… Lê, piştî wê ez bûm El-Nûsra.

Ligor medya Rûsya, herweha Rêxistina SADAT a ku wekî çekdarên bi-pere yên Enqere tên nasîn, hemberî artêşa Sûrîye şer dike û dinav de çekdarên ji Qefqas a Başûr jî hene.

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin